Murad Menan.. berxwedêrê Helebê û şehîdê Berxwedana Serdemê

Xwediyê malbatê û lehengê berxwedanê, sîfeteke biçûk a berxwedêrê mafê gelê bindest e. Li ser rêgezên avakirina welatê demokratîk û azad têkoşiya û li ser riya pêkanîna azadiyê şehîd bû. Rêzan ciwanê 24 salî rastiya jiyanê di şoreşê de didît.

Murad Menan.. berxwedêrê Helebê û şehîdê Berxwedana Serdemê
Murad Menan.. berxwedêrê Helebê û şehîdê Berxwedana Serdemê
Murad Menan.. berxwedêrê Helebê û şehîdê Berxwedana Serdemê
Murad Menan.. berxwedêrê Helebê û şehîdê Berxwedana Serdemê
Murad Menan.. berxwedêrê Helebê û şehîdê Berxwedana Serdemê
Murad Menan.. berxwedêrê Helebê û şehîdê Berxwedana Serdemê
Murad Menan.. berxwedêrê Helebê û şehîdê Berxwedana Serdemê
Murad Menan.. berxwedêrê Helebê û şehîdê Berxwedana Serdemê
Murad Menan.. berxwedêrê Helebê û şehîdê Berxwedana Serdemê
Murad Menan.. berxwedêrê Helebê û şehîdê Berxwedana Serdemê
25 gulan, 2018   05:00

MIHEMED EBDO / HELEB

Ciwanê bi navê Murad Menan (Rêzan Zagros) di Nîsana 1994'an de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji dayîk dibe û di nava malbateke xizan de mezin dibe. Murad di nava 4 zarokan û du keçikan kurê mezin ê malbatê ye.

Malbata Murad Menan beriya nêzî 40 salî ji Qenterê yê navçeya Mabeta ya Efrînê koçberî bajarê Helebê kir û li taxa Şêxmeqsûd bi cih bû.

Malbata Murad di salên 90'î de bi awayekî veşartî danûstandina kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dikirin û ji wê demê ve armancên Tevgerê nas kirin û beşdarî nava xebat û çalakiyên wê dibûn.

Têkoşer Murad li hemberî malbata xwe gelekî rêzdar bû û ji aliyê hemû endamên malbatê û xizm û hevalên xwe ve gelekî dihat hezkirin. Têkoşer Murad ji bo rûkeniyê li ser rûyê zarokan çêbike her tim bi zarokan re dilîst.

Têkoşer Murad zaroktiyeke dijwar derbas kir û di dawiyê de ji ber rewşa xizantiyê neçar ma dest ji xwendina xwe berde û alîkariya bavê xwe di peydakirina pêdiviyên malbatê de bike. Danûstandina di navbera têkoşer Murad û bavê wî de weke dost û hevalan bû.

Mihemed Menan bavê têkoşer Murad di derbarê kurê xwe de wiha dibêje: "Şehîd Murad ji mezinan gelekî fedî dikir û çi jê bihatiba xwestin pêk dianî û li pêşiya bav û dayîka xwe birêzdarî tevdigerî, bêyî ku şîreta min bike tu kar nedikir. Ji bo rewşa malbatê pêşbixîne her tim di nava kar û xebatan de bû. Ez bi şehadeta wî gelekî serbilind im."

Têkoşer Murad dartiraşî ji xwe re weke pîşe wergirt û li ba apê xwe dixebitî. Zuhêr Menan apê têkoşer Murad ku niha cihê xwe di nava hêzên Asayîşê de digire di derbarê kesayeta biraziyê xwe de wiha got: "Şehîd Murad ez fêrî gelek mijaran kirim, ez fêrî fedekariyê kirim min ji xwe re weke bira û heval didît."

Piştî destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê û bidestpêkirina tevgera şoreşgerî re di sala 2012'an de li bajarê Helebê Mihemed Menan bavê têkoşer Murad beşdarî nava hêzên parastinê bû û di sala 2013'an de ev hêza parastinê hate birêxistinkirin û weke Asayîşa Helebê hate nasîn. Bi beşdarbûna bavê ya nava xebatên şoreşê rê li pêşiya zarokên xwe vekir ku ew jî cihê xwe di nava xebatên şoreşê de bigirin.

Têkoşer Murad li ser riya bavê xwe berê xwe da navenda hêzên Asayîşê û beşdarî nava xebatên wê bû piştî ku weke endamekî demekê di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger de xebitî.

Piştî nêzî salekê ji beşdarbûna wî ya nava hêzên Asayîşê di destpêka sala 2013'an de beşdarî nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a bajarê Helebê dibe û Rêzan Zagros weke navê xwe yê tevgerî hildibijêre.

Têkoşer Rêzan Zagors beşdarî gelek şer û pevçûnan dibe û cihê xwe di rizgarkirina taxên Eşrefiyê û Benîzêd de cihê xwe digire.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin û şer û pevçûn li herêma Efrînê giran bûn, têkoşer Murad berê xwe da Efrînê û cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girt.

Tevî ku têkoşer Murad beriya mehekê ji êrîşa dagirkeran a li dijî Efrînê zewicîbû, parastina axa welat di ser her tiştî re girt û berê xwe da eniyên berxwedanê.

Têkoşer Murad cihê xwe di eniyên berxwedanê yên gundê Berkaşê yê navçeya Bilbilê de digirt û di 12'ê Sibata 2018'an de  derket asta şehadetê.

Emîne dayîka têkoşer Murad diyar kir ku di şevekê de hinaseya wê girabûye û hîs kiriye ku tiştek bi serê kurê wê hatiye û wiha got: "min telefonî hevalên şehîd Murad kir, ji min re gotin ew gelekî baş e, lê piştî çend saetan nûçeya şehadeta wî hat. Ez di nava girî û tilîliyan de şaş mam. Ez bi şehadeta kurê xwe gelekî serbilind im."

(jh)

ANHA