Artêşa dagirker werşeya tamîrkirinê ya Mûdîriyeta Avê hedef girt

Buroya Ragihandinê ya Desteya Şaredarî û Ekolojiya ya Kantona Cizîrê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker duh werşeya tamîrkirinê ya Mudîriyeta Avê ya bajarê Qamişlo hedef girt.

Artêşa dagirker werşeya tamîrkirinê ya Mûdîriyeta Avê hedef girt
22 gulan, 2018   19:01

QAMIŞLO

Desteya Şaredarî û Ekolojiya ya Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerî artêşa Tirk a dagirker duh werşeya tamîkirinê ya Mudîriyeta Avê  ya bajarê Qamişlo dema ku li ser karê xwe bû hedef girt.

Di daxuyaniya Desteya Şaredarî û Ekolojiya ya Kantona Cizîrê de ev agahî hatin dayîn:

" Zerevanên Sînor ên Tirk, duh duşemê, werşeya tamîrkirinê ya Mûdîriyeta Avê ya bajarê Qamişlo, dema ku stasyona avê ya li taxa Hilêliyên tamîr dikir, gulebarankirin.

Di encama gulebaranê de, ziyanê gihiştin keblên stasyonê. Li ser vê yekê em welatiyên bajarê Qamişlo agahdar dikin ku avê dê rojan kêm bibe ta zerar werin rastkirin.

Hêjaya bibîrxistinê, artêşa Tirk a dagirker 16'ê Adara 2018'an stasyona avê ya Elok a li Serêkaniyê topbaran kir. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket."

(bb)

ANHA