Li Dêrikê Sarîceke sotemeniyê teqiya: Zarokek mir û 4 birîndar bûn

Li bajarê Dêrikê, sarîceke veguhestina madeyên sotmeniyê teqiya, di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Li Dêrikê Sarîceke sotemeniyê teqiya: Zarokek mir û 4 birîndar bûn
Li Dêrikê Sarîceke sotemeniyê teqiya: Zarokek mir û 4 birîndar bûn
Li Dêrikê Sarîceke sotemeniyê teqiya: Zarokek mir û 4 birîndar bûn
Li Dêrikê Sarîceke sotemeniyê teqiya: Zarokek mir û 4 birîndar bûn
Li Dêrikê Sarîceke sotemeniyê teqiya: Zarokek mir û 4 birîndar bûn
22 gulan, 2018   16:10

QAMIŞLO

Li bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê nêzî kolana Kornîş, sarîcek a veguhestina madeuyên sotemaniyê dema dihat tamîkrkirin, teqiya.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber teqîna sarîcê, zarokê bi navê Wesîm Beşar El-Şamî (12) ku parçe li serî wî ket jiyana xwe ji dest da.

Her wiha, Hîşam Şiblî, Elî Îsam Şiblî, Elî Remedan Dîban û welatiyek nehat naskirin birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên bajarê Dêrikê têne dermankirin.

Hêzên Asayîşê û Hawarê berê xwe dane cihê teqînê û derdora wê dorpêçkirin, da ku dest bi lêpirsînê bikin.

(bb)

ANHA