Hesen Rûhanî çû Tirkiyê

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî çû Tirkiyê.

Hesen Rûhanî çû Tirkiyê
18 gulan, 2018   10:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyên ajansên hikûmeta Îranê, îro sibehê Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li paytexta Îranê Tehranê bi balafirê gihişt bajarê Tirkiyê Stenbolê.

Hate diyarkirin ku Rûhanî ji bo tevlî civîna rêxistinên alikariya Îslamî ya li Stenbolê bibe çûye Tirkiyê. Her wiha tê payîn ku di civînê de qala bûyerên dawiyê yên Xezzayê jî bê kirin.

Mijarek din a civînê jî veguhestina Balyozxaneya DYA ji Tel Ebîbe ji bo Qutsê ye.

Di êrîşên demên dawiyê yên hêzên Îsraîlê li ser xwepêşanderên Filstînê de 58 welatî hatine kuştin û zêdetirê 2 hezar kes jî birîndar bûne.