Şehîdên meha gulanê hatin bibîranîn

 Meclîsa Malbatên Şehîdan bi boneya 18`ê Gulanê roja şehîda li Serêkaniyê, Hesekê û Til Temir merasîmên cûda lidar xist. Di merasîmê de hemû şehîdên Gulanê hatin bibîranîn.

Şehîdên meha gulanê hatin bibîranîn
Şehîdên meha gulanê hatin bibîranîn
Şehîdên meha gulanê hatin bibîranîn
Şehîdên meha gulanê hatin bibîranîn
Şehîdên meha gulanê hatin bibîranîn
Şehîdên meha gulanê hatin bibîranîn
Şehîdên meha gulanê hatin bibîranîn
Şehîdên meha gulanê hatin bibîranîn
18 gulan, 2018   10:27

HESEKÊ

Li bajarê Serêkaniyê bi boneya 18'ê gulanê merasîmek li goristana Şehîdan a Serêkaniyê lidar xistin. Di merasîmê de hemû şehîdên meha gulanê hatin bibîranîn. Merasîm bi beşdarbûna dehan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Beyar Emîn axivî û got ku ew di roja 18'ê Gulanê ew şehîdên Goêlanê û hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bibîr tîn in.

Beyar Emîn di berdewama axaftina xwe de got ku destkeftiyên heyî bi saya tekoşîn û fedekariya şehîdan pêk hatiye û wiha dom kir: "Em bi saya cangoriyên xwe gihiştina vê astê, lewma em di vê roja pîroz de hemû cangoriyên azadiyê bibîr tîn in."

Di berdewama merasîmê de li ser navê YPG`ê Dijwar Qereçox axivî û wiha da zanîn ku ew ê heta dawî şoparên riya şehîdan bin.

Piştî axaftin bi dawî bû, merasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.

Li bajarê Hesekê jî bi heman armancê merasîm li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hate lidar xistin. Merasîm bi beşdarbûna dehan welatiyên Hesekê pêk hat. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. paşê Endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Bengîn Badînî axivî û bal kişand ser berxwedana şehîdan di rizgarkirina xaka herêmê û bidestxistina destkeftiyan û soz da ku ewê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin.

Di merasîmê de her wiha Endamê Fermandariya YPG'ê Şiyar Delîl jî axivî û wiha got: "Şehîdên me riya me ya azadiyê ronî kirin. Em ê heta dawî şopdarên riya wan bin."

Di mersîmê de her wiha Cîgirê Hevserokatiya Kantona Hesekê Dawid Hecî Numan jî axivî û got ku Şehîd Heqî Qerar bi eslê xwe tirke lê bi tekoşîn û fedekariya xwe di nav tevgera azadiyê de pêşeng bû û wiha dom kir: "Bi rihê fedekar û sembolên meme m soza xwe ji hemû şehîdên azadiyê re dubare dikin. Dê şehadet û tekoşîna wan dê bibe bingeha tekoşîna rizgarkirina Efrînê û pêşxistina rêgezên Netewa Demokratîk."

Piştî axaftinan merasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.

Bi heman armancê Meclîsa Malbatên Şehîdan li Til Temir jî merasîm lidar xist. Merasîma ku bi dehan kes beşdar wê bûn, rêzgirtinê destpê kir. Paşê Hevserokê Desteya Hindir a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û got ku şehîdên azadiyê ji bo azadiya gelan tekoşîn dikin û wiha dom kir: "Di nava şoreşa Rojava de xwîna hemû pêkhatayan tevlî hev bû. Di vir de nirxên demokratîk a li Bakuêr Sûriyê diyar dibe."

Di berdewama merasîmê de her wiha Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Hesen axivî. Di destpêka axaftina xwe de Tekoşer Heqî Qerar bibîr anî û roja şehîdan li hemû malbatên şehîdan pîroz kir.

Merasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.

(sx/dc)

ANHA