Şêniyên gundê Botan Xerbî ji ber şaredariyê hêrs bûne

Şêniyên taxa Botan Xerbî ya ku lehiya baranê bi ser wan de hat diyar kirin ku şaredariya gel bi hewara wan ve nehat û alîkariya wan nekir.

Şêniyên gundê Botan Xerbî ji ber şaredariyê hêrs bûne
Şêniyên gundê Botan Xerbî ji ber şaredariyê hêrs bûne
Şêniyên gundê Botan Xerbî ji ber şaredariyê hêrs bûne
14 gulan, 2018   12:16

KOBANÊ

Duh li bajarê Kobanê û gundewarên wê baran bi dijawarî bariya. Ji ber vê yekê lehî çêbûn û bi taybet taxa Botan Xerbî ku ava baranê derbasî bi dehan malê taxê bû.

Ava baranê zêdeyî mitre û nîvekê bilin bû. Li gelek cihan jî bilindbûna avê giha nêzî mitre û 90 sm. Ji ber ku ava baranê derbasî malên welatiyan bû.  Ji ber vê yekê şêniyên gund neçar man ku biçin ser banê malên xwe.

Heta niha şêniyên gund avê ji malên xwe derdixînin û hindek ji wan jî li ber malên xwe yên ku ji ber lehiya baranê hilweşiyan rûniştî ne.

Ji ber baranê jî tu madeyên xwarinê û pêwîstiyên xew ên şêniyan ne filitîn. Şênî di nava du diliyan de dijîn.

Şêniyên gund hêrs bûne

Şaredariya gel ji dema ku lehî derbasî malan bû yekse berê xwe da malan û alîkariya wan kir. Lê piştî ku saetên kar derbas bû û tevî ku pêwîstiya şêniyan bi alîkariyê hebû lê hemû xebatkarên şaredariyê berê xwe dan malên xwe û dev ji alîkariya welatiyên ku malên wan tijî av bûne, berdan.

Di vê çarçoveyê de şêniyên gund ji ajansa me (ANHA) re hêrsa xwe diyar kirin. Şêniyan diyar kir ku şaredariyê tu alav ji bo paqijkirina kolan û malên ku tijî av bûne, ne anî. Şêniyan destnîşan kir ku şaredariya bi hinceta ku saetên kar qediya ne dev ji alîkariya wan berda.

Ji ber bersiva şaredariya şêniyên gund hêrs bûn û gotin ku ev ne rojek normale da ku şaredarî dev ji wan berde û alîkariya wan neke.

Bersiva şaredariyê çiye?

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Kobanê Faris Etî ji ajansa me re axivî û got ku xebatkarên şaredariyê û ajokarên alavên paqijiyê ji saetên sibê ve alîkariya şêniyan kirin û glek malbat ji bin malên hilweşiyayî û avê xilas kirin.

Etî ji ber ku xebatkarên şaredariyê dev ji alîkariya welatiyan berdan ev tişt anî ziman: "Xebatkarên şaredariyê bi navber 15 saetan alîkariya şêniyan kirin. pêwîst bû ku xebatkaran jî xwe rehet kiribana."

Faris Etî destnîşan kir ku hemû alavên şaredariyê ji saetên sibê ve dest bi alîkariya şêniyan kirin. Her wiha Etî diyar kir ku ji ber ku xebatkarên şaredariyê alîkariya welatiyan kirin ji ber vê jî gelek ziyan çê nebûn.

(bx)

ANHA