Sersaxî ji malbata şehîd Roza re hate xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Qamişlo berê xwe dan konê sersaxiyê yê şervana YPJ`ê Sultan Koto (Roza Efrîn) û sersaxî ji malbata wê re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Roza re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Roza re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Roza re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Roza re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Roza re hate xwestin
14 gulan, 2018   12:20

QAMIŞLO

Konê sersaxiyê li ber Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê ve hate vedan.

Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan, wêneyên şehîdan hildan jor û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi rêz kirin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Endamê Meclîsa taxa Cûdî Elî Cafo, Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ekrem Reşîd axaftin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku kantona Efrînê bajarê horiyan e ji ber vê yekê sultanê Osmanî xaka wê dagirkir.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojava berdewamiya kiriyarên dewleta Osmaniya ye û wiha hate gotin,"Gelê Efrînê tu carî li hember êrîşên dagirkeran serî natewînin. Wê dîrok gelê Efrînê bi bîr bîne. Gelê me wê bi ser bikeve."

Di dawiyê de hate gotin ku rola jinê li Rojava di nav hemû aliyên jiyanê de pir girînge û bûye mînka pêşketina civakê.

Hêjaye bi bîr xistinê ku merasîmên sersaxiyê heta saetên êvarî berdewam bike.

(bx)

ANHA