Artêşa Tirk a dagirker gundê Elî Şar gulebaran kir

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li sînor gule li gundê Elî Şar ê dikeve rojhilatî bajarê Kobanê reşandin.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Elî Şar gulebaran kir
14 gulan, 2018   09:33

KOBANÊ

Şêniyên gund ji nûçeghanê ajansa me ANHA`yê re diyar kirin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker îro saet di 10:00`an de gule êrîşî erebe û şêniyên gund kirin. gundê Elî Şar 10 km dikeve rojhilatî bajarê Kobanê.

Li gorî agahiyan di êrîşî de çeka MG3 hate bi kar anîn.

Şêniyan destnîşan kirin ku di encama êrîşa dagirkeran de tu ziyan derneketiye  holê. Armanca artêşa Tirk a dagirker ew ku tirsê bixe nav şêniyên herêmê de.

Ev ne cara yekem e ku artêşa Tirk a dagirker gundên Kobanê yên li ser sînor gule baran dikin.

(bx/dc)

ANHA