Barana zêde bîranînên beriya 30 salî anî bîra Kobaniyan

Di encama barîna baranê ya zêd de  û lehiyên di nava 2 rojên derbasbûyî de li Kobanê pêk hat, lîstgeha navendî tijî av bû.

Barana zêde bîranînên beriya 30 salî anî bîra Kobaniyan
14 gulan, 2018   09:08

ZANA SEYÎDÎ/KOBANÊ

Di encama barîna baranê ya zêde ku li herêma Kobanê pêk hat, taxên bajar û bi taybet ên li nêzî Girê Meştenûr miqdarek av herekî û di encamê de lehî,  pêk hat.

Di encamê de lehî pêk hat, mal wêran bûn û hejmarek tirmpêl li ber avê çûn. Hêrî zêde mal li taxa Botan a rojavayê Kobanê hatin xwarê.

Di heman demê de lîstgeha mezin a Kobanê ku şûna wê beriya 30 salî gola avê bû, careke din tijî av bû. Heman gola beriya sî salî pêk hat.

Lîstgeha ku tijî av bû, gola beriya sî salî ku pêk hatibû anî bîra welatiyan. Piştî gol ziwa bû û lîstgeh li herêmê çêbû gelek matşên fotbolê di nava ciwanên herêmê de hatin lidarxistin.

Lîstgeha Kobanê beriya zêdeyî 30 salî goleke mezin a avê bû, ji wê jî çemek ku av dida taxê Kobanê yên bakur belav dike, li kaniya Kurdan a li rojhilatê bajar pêk hat.

(dc)

ANHA