Jinên herêma Tebqayê bi porê hunandî û henekirî xweşiktir dibin

Jinên herêma Tebqayê girîngiyeke mezin dide porê dirêj û ji bo xweşikbûna wê zêde bibe, pora xwe hene dike, dihune û guliyên xwe berdide ser milên xwe.

Jinên herêma Tebqayê bi porê hunandî û henekirî xweşiktir dibin
Jinên herêma Tebqayê bi porê hunandî û henekirî xweşiktir dibin
Jinên herêma Tebqayê bi porê hunandî û henekirî xweşiktir dibin
12 gulan, 2018   07:36

MIHEMED EREB / TEBQA 

Dayîkên li herêmaTebqayê ji biçûkanî de porê keçên xwe dirêj dikin, dihûnin û bi toqayên rengîn girê didin. Xweşikbûna porê hunandî hestên helbestvanan diherikîne. Dema çavê helbestvanekî bi pora keçên Tebqayê dikeve, helbestekê davêje ser. 

Jinên herêma Tebqayê girîngiyeke mezin didin pora hunandî. Dema ku pora xwe dihunin hemû guh tê veşartin, tenê guharên wê xuya dibin. Piştre desmaleke tenik davêje ser pora xwe. Ev yek xweşikbûna jina Tebqawî zêde dike û wê ji jinên herêmên din cuda dike.

Her wiha jinên Tebqayê heneyê li pora xwe dikin, da pora wê xurt bibe û rengê wê xweştir bibe. Di demên borî de jinên Tebqayê tenê di dema xemgîniyê de pora qut dikirin. 

Di vê demê de, jinên ku rêbazê hunandina por û heneyê li pora xwe dikin, tenê jinên temen mezin in. Jinên ciwan jî di çalakiyên folklorî de vî rêbazî bi kar tînin.″

(mm)

ANHA