Şehîd Mizgîn li Hesekê û Qamişlo hat bîranîn

Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê û Navenda Aram Tîgran a navçeya Rimêlanê ya Kantona Qamişlo ji bo bîranîna hunermenda Kurd Mizgîn ku sala 1992′an de şehîd bûye, bi bîr anî. 

Şehîd Mizgîn li Hesekê û Qamişlo hat bîranîn
Şehîd Mizgîn li Hesekê û Qamişlo hat bîranîn
Şehîd Mizgîn li Hesekê û Qamişlo hat bîranîn
Şehîd Mizgîn li Hesekê û Qamişlo hat bîranîn
Şehîd Mizgîn li Hesekê û Qamişlo hat bîranîn
Şehîd Mizgîn li Hesekê û Qamişlo hat bîranîn
Şehîd Mizgîn li Hesekê û Qamişlo hat bîranîn
Şehîd Mizgîn li Hesekê û Qamişlo hat bîranîn
11 gulan, 2018   19:43

HESEKÊ/QAMIŞLO

Li Kantona Hesekê merasîma bîranînê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîd Fatma Hesen axivî, di kesayeta şehîd Mizgîn de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina riya şehîdan da. 

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Hesekê Dawûd Hec Numan jî da zanîn ku meha Îlonê bi meha şehîdan tê nasîn û wiha got, ″Bi saya fedekariya şehîdan, yekîtiya gelên herêmê hat avakirin û gelek serkeftin hatin bidestxistin.″ 

Piştre jî Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Silêman Derwîş got ku şehîd Mizgîn di nava tevgera azadiya Kurdistanê de gelek têkoşîn kiriye û çanda Kurdî parastiye. 

Di dawiyê de koma Tolhildan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê hunerên stran û şanoyê pêşkêş kirin û bal kişandin hovîtiya dagirkeriya Tirk a li dijî gelê Efrînê. 

Merasîm bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û ″Bijî Serok Apo″ bi dawî bû. 

Li navçeya Rimêlanê jî  merasîma bîranînê bi  deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Rimêlanê Hesen Ibêd û Endamê Rêveberiya TEV-ÇAND′ê Dîrok Diyar axivîn, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn, bal kişandin ser têkoşîna şehîd Mizgîn û soza şopandina riya şehîdên azadiyê da. 

Piştre sînevizyonek li ser jiyana şehîd Mizgîn û hemû şehîdên Tevgera Çand û Hunerê hat pêşkêşkirin. 

Her wiha koma Şehîd Elenya ya stranê, koma Hêvî ya şanoyê hunerên xwe pêşkêş kirin. Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Izdeîn Silêman helbestek li ser şehîdan got û koma Dengvedana Çiyan stranek got. 

Şahî bi stranên koma Botan bi dawî bû. 

(mm)

ANHA