Li baregeha Leşkerî ya Şirnexê teqîn rû da

Di encama teqîna li baregeha leşkerî ya li Girê Soro yê Şirnexê pêk hat de, herî kêm leşkerek hat kuştin, yek jî birîndar bûye.

Li baregeha Leşkerî ya Şirnexê teqîn rû da
11 gulan, 2018   14:52

NAVENA NÛÇEYAN 

Çapemeniya Tirk, ragihand ku teqîn di encama mayînê ya berê hatiye bicihkirin de, pêk hatiye. Di teqîna dema operasyona leşkerî ya li Herêma Girê Sor û derdorî wê pêk hatî de, herî kêm leşkerek miriye, leşkerek jî birîndar bûye.

Têkildarî operasyonê agahiyên berfireh nehatin parvekirin. Ji ber ku çapemaniya Tirk di bin kontrola desthilata AKP’ê de ye, ji bo wê dibe ku encam hê cudatir be. HPG’ê têkildarî mijarê hê ti daxuyanî nedaye.