Binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Efrînê têne belgekirin

Meclîsên Kantonên Efrîn û Şehbayê dest bi belgekirina binpêkirinên dagiorkeriya Tirk ên li dijî gelê Efrînê kirin. Dê ev belge pêşkêşî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî bêne kirin.

Binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Efrînê têne belgekirin
Binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Efrînê têne belgekirin
Binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Efrînê têne belgekirin
11 gulan, 2018   14:44

SOLÎN REŞÎD-CERER CEFO/ŞEHBA

Derbarê mijarê de, Berdevkê Fermî yê Meclîsa Til Qirah a Kantona Şehbayê Heyder Reşîd ku beşdarî xebatên belgekirinê bûye, ji ANHA′yê re axivî.

Heyder Reşîd da zanîn ku civaka navneteweyî ya li hember hovîtiya dagirkeriya Tirk a li dijî gelê Efrînê bêdeng ma, berpirsa hemû kiryarên hovane yên li dijî gelê Efrînê ye.

Heyder destnîşan kir ku meclîsên Şehba û Efrînê dest bi xebatên belgekirina binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirin û got ku dê ev belge pêşkêşî rêxistinên navneteweyî bên kirin, da kiryarên dagirkeriya Tirk sînordar bikin.

Heyder diyar kir ku ew ê di çarçoveya xebatên belgekirinê de, serdana hemû gelê Efrînê yên bi darê zorê ji malên xwe hatine destxistin bikin û hemû kiryarên li dijî gelê sivîl belge bikin.  

Artêşa Tirk a dagirker 20′ê Çile dest bi êrîşên hovane yên li dijî Kantona Efrînê kir. Di encamê de bi sedan şehîd û bi hezaran birîndarên sivîl çêbûn. Her wiha ziyaneke mezin gihîşt binesaziya kantonê û bi hezaran gel ji malên xwe hatin koçberkirin.  

(mm)

ANHA