Malbatên çeteyên Ceyş El-Islam li Efrînê hatin bicihkirin

Di çarçoveya siyaseta guhertina demografiyê ya bi hevpeymana Tirkî-Rûsî tê meşandin de, malbatên çeteyên Ceyş El-Islam li Efrînê hatin bicihkirin.

Malbatên çeteyên Ceyş El-Islam li Efrînê hatin bicihkirin
7 gulan, 2018   13:43

EFRÎN 

Çavkaniyeke pê bawer a ANHA′yê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 5′ê Gulanê malbatên çeteyên Ceyş El-Islam ên li Qelemonê bûn, anîn Efrînê û li şûna gelê Efrînê bi cih kirin. Artêşa Tirk kampek li gundê Mihemediyê yê herêma Cindirêsê ava kir û malbat lê bi cih kirin.  

Çavkaniyê diyar kir ku hin malbatan qebûl nekirin ku li şûna gelê Efrînê bi cih bibin. Lê Tirkiye û Rûsya gefa kuştinê li wan xwar. 

Çavkaniyeke pê bawer ji navçeya Şêrawa jî destnîşan kir ku komên çete hejmara xwe li navçeyê zêde kirine û got ku 30 malbatên çeteyan li gundên navçeyê yên Birc Silêman, Birc Heyder û Fafterînê hatine bicihkirin. 

(mm)

ANHA