Li Kampa Eyn Îsa hemleya reşandina dermanên pêşiyan

Rêveberiya kampa Eyn Îsa bi hevkariya Komîseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hemleya reşandina dermanên pêşiyan li kampê destpê kir.

Li Kampa Eyn Îsa hemleya reşandina dermanên pêşiyan
7 gulan, 2018   13:08

GIRÊ SPÎ

Bi hatina havînî û bilindbûna pileyên germahiyê pêşî zêde dibin, li beramberî yekê jî nexweşî belav dibin.

Bi armanca ku rê li ber nexweşiya were girtin, rêveberiya kampa Eyn Îsa bi hevkairya Rêveberiya kampa Eyn Îsa bi hevkariya Komîseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hemleya reşandina dermanên pêşiyan li kampê destpê kir.

Di vê çarçoveyê de derman li hemû aliyên kampê tê reşandin. 40 karker ên ku li kampê dimînin di hemleyê de dixebitin.

Ji ber ku nexweşî li kampê zêde bûne û bi taybet nexweşiya laşmaniya ji ber vê yekê rêveberiya kampê dest bi reşandina dermanên pêşiyan kir.

Li gorî rêveberên kampê hemleya reşandina derman dê 3 rojan dewma bike.

(bx)

ANHA