Çeteyên Ehrar El-Şerqiye taxên Babê topbaran dikin

Çeteyên Ehrar El-Şerqiye taxên bajarê Babê dorpêç kirin û bi çekên giran topbaran dikin. 

Çeteyên Ehrar El-Şerqiye taxên Babê topbaran dikin
6 gulan, 2018   18:04

BAB

Çavkaniyeke herêmî ji Babê ragihand ku li bajarê Babê di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û malbata Al Wakî de şerê dijwar didome. Çeteyên Ehrar El-Şerqiye taxên bajêr dorpêç kirin û bi hawanan topbaran kirin. Di encamê de bi dehan birîndar çêbûn(di nav de sivîl hene). Welatiyên sivîl jî bang li aliyên berpirsyar kirin ku şer raweste. 

 Welatiyê ji Babê yê bi navê Ehmed Hamid dîmeneke du zarokên ku digirîn û tirsyane, li ser rûpela xwe belav kir. Ehmed dibêje ku çeteyan dayîka herdû zarokan hedef girtiye û dayîkê jiyana xwe ji dest daye.  

Şerê li herêmê didome. 

(mm)

ANHA