QSD′ê kîlomtereyeke din nêzî ava çemê Firatê bû

Şervanên QSD′ê di Pêngava Bagera Cizîrê de kîlometreyeke din ber bi ava çemê Firatê ve pêş ketin û 4 mayînên ku DAIŞ′ê li herêmê çandibûn, bêbandor kirin.

QSD′ê kîlomtereyeke din nêzî ava çemê Firatê bû
6 gulan, 2018   18:40

DÊRAZOR

Pêngava Bagera Cizîrê ku ev 6 rojin jinûve dest pê kiriye û li ser sînorê Sûriye-Iraqê bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSD′ê îşev kîlometreyeke din din ber bi ava çemê Firatê ve pêş ketin û 4 mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê li herêmê çandibûn bêbandor kirin.

Bi vî awayekî 4 km dimînin ku şervan bigihêjin gundê Bakoz ê li ser çemê Firatê.

Pêngava Bagera Cizîrê ya li rojhilatê Dêra Zorê ku ji ber êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê sekinîbû, 1’ê Gulanê ji nû ve dest pê kiribû. Şervanên QSD’ê îro ji sibehê de 2 wesayîtên leşkerî rûxandin û 18 kîlometre bejahî kontrol kirin. Îşev jî kîlometreyeke din pêşve çûn.

(mm)

ANHA