Hilbijartinên Lubnanê.. Demokrasiya tijî rewşên herêmî û navdewletî ye

Îro hilbijartinên Lubnanê di rewşeke herêmî ya gerim de ku dê bandorê li meydana Lubnanê bi tevahî bike, têne lidarxistin. Ev di hemleyên piropogandayên partiyan û namzetan de diyar dibe. Di heman demê de tijî rewşên şer û aloziyê ne.

Hilbijartinên Lubnanê.. Demokrasiya tijî rewşên herêmî û navdewletî ye
6 gulan, 2018   07:40

YIHYA HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Li Lubnanê ew welatê biçûk ku bi pirengiya xwe tê naskirin gelek partî û tevgerên siyasî, mezhebî û tayîfî hene. Firehiya Lubanê bi qasî 10 hezar û 425 km2 e, hejmarek mezin ji nerînên siyasî û şepêlên cûda cûda tê de hene. Îro hilbijartinên parlemantoya Lubnan ê ku gelek komên hevkarî û partiyên siyasî bi hev re dikevin pêşbirkê de, me xwest di vê dosyê de balê bikşîn in ser rewşa Lubanê,di aliyê dîrokî, komên hatine avakirin, nerînên wan ên siyasî û armancên wan.

Li Lubnanê 18 mezheb hene, ji wan 6 sereke ne. Hebûna wan di aliyê siyasî de û hevsengiyan de xwedî bandor in.  mezhbên heyî jî Marûnî, Arsedoks, Kasolîk, Sinî, Şîaa û Dirzîn e. Piştî tesfiyekirina Serokwezîrê Berê Refîq El-Herîrî û bûyerên piştî wê li Lubanên pêk hatin, hêzên siyasî yên Lubnanê di nava 2 hêzên sereke de hatin guhertin. Hevgirtinên sereke jî ev in: Hêza 14ê adarê ku Şepêla Pêşerojê hêmana wê ya serekeye, her wiha hêza duyemîn jî ya 8ê adarê ku ji hêzên Şîaa, şepêrla ku nûnertiya piraniya xiristyaniyan dike pêk tê. Di sala 2009 an de hêza yekem karîbû di hilbijatinan de biser ekvin. Lê rewşa lihevkirina siyasî ya Lubnanê û gefên Hizib El-Ah ê ku dê şer daxin kolnan, rê ne da ku desthildariya Lubnan ê bike. Hêza yekem ji Hizub El-Ah dixwaze ku çekên xwe teslîm bike. Hêza duyemîn jî piştgiriya mayîna Çekên Hizb El-Ah dike da ku li beranberî Israîlê wekî hêza parstinê be.

Şepêla Pêşerojê

Lêvegereke siyasî ye ji aliyê Refîq El-Herîrî ve hate avakirin. Di sala 2005an de piştî Refîq El-Herîrî hate infazkirin kurê wî Seed El-Herîrî rêveberiya Şepêlê kir.Şêpêl ji damezirînerên şoreşa Lubnanê ku navê "Şoreşa El-Eriz" a Lubanê pêk anî. Niha jî rêveberiya hevgirtina 14'ê Adarê dike. Şepêla Pêşerojê (Teyar El-Musteqbel) nûnertiya piraniya suniyên Lubnanê dike û têkiliya wan bi Erebistana Siûdiyê re pir xurte.

Rêxistina Gelerî ya Nasirî

Partiyek sinî ye, giraniya wê li bajarê Seydaya ye. Di sala 1973'an de ji aliyê kesê bi navê Seed Merûf ve hate avakirin. Seed yek ji damezirînerên Şepêla Nasirî ya Lubananê ye, her wiha Tevgera Nasirîn a Serbixwe û Yekîtiya hêzên giştî gel, her wiha hin tevgerên din ên biçûk jî hene. Piştî Merûf Sed di sala 1975'an de wefat kir, kurê wî Mustefa rêveberiya partiyê kir. Bi dijberiya Israîlê tê naskirin. Niha jî perlemanterê berê yê Lubanê Usama Seed rêveberiya tevgerê dike. Rêxistina Gelerî ya Nsirî di bin banê koma 8'ê Adarê xwe birêxistin kiriye. Li kêleka wê jî şepêla El-Keramî jî heye. Fêsel Keramî rêveberiya vê şepêlê dike, her wiha kurê Serokwezîrê berê yê Lubnanê Umer Keramî û neviyê wî Reşîd Keramî di rêveberiya Şepêla Keramî  de cih digirin.

Huzib El-Ah

Komeke Şîa ya Islamî ye, tevgereke çekdarî û partiyek siyasî ye, navenda wê Lubanê ye. Baskê wê yê siyasî jî Meclîsa Cîhadê ye, her wiha hêza wê ya siyasî jî koma El-Wefai a di perlemantoya Lubanê de cih digre. Piştî damezirînerê Huzib El-Ah Ebas El-Mûsewî di sala 1992'an de wefat kir, Hesen Nesrela bû sekreterê wê yê giştî.

Hizib El-Ah di sala 1985'an de dema nameya xwe ya vekirî da ku dê beşdarî siyaseta Lubnanê bibe, diyar bû. Niha nûnerên wê di parlemantoya Lubanê û Meclîsa Wezîran de hene. Ew jî bingeha sereke ya hêza 8'ê Adarê ye.

Hizib Ela-Ah  û Şepêla Niştimanî ya Azad (Teyar El-Wetenî El-Hir) ku Mîşêl Ewin rêveberiya wê dike, bi Huzib El-Ah re lihevkirineke siyasî saz kir. Ev lihevkirin piştî nîqaş û civînên ku çend mehan dewam kir, pêk hat. Hesen Nesir El-Ah û Serokê Şepêla Niştimanî ya Azad Mîşêl Ewin (Serokomarê Lubanê yê niha) di 6'ê sibata 2006'an de li salona Kenîseya Mar Mîxaîl  civiyan û muzakereya lihevkirinê di navbera herdû aliyan de saz kir. Di encama vê muzakeriyê de bingeha danûstendinan derbarê Hizib El-Ah û çekên wê hate sazkirin.

Di sala 2008'an de Hikûmeta Lubnanê ya nû bi piraniya dengan pirojeya qebûlkirina rêxistina çekdarî ya Hizh El-Ah erê kir.

Tevgera Emel

Tevgera Emel (Hêvî) yan wekî di nava gelê Lubnanê de wekî Focên Berxwedana Lubanê tê naskirin, tevgereke siyasî ya Lubanê ye, girdana wê bi mezhba Şîa re ye. Îmam Mûsa El-Sedir û Hisên El-Hisênî damezirînerên wê ne, di sala 1974'an de di bin navê "Tevgera El-Heremeyên" hate avakirin. Piştî damezirînerê Tevgera Mûsa El-Sedir li Lîbiya winda bû, di nava gelê Lubanê de zêde hate naskirin û alîgirên wê zêde bûn. Hevkariya di navbera Tevgera Emel û Hizib El-Ah, her wiha Pariya Pêşerojê ya Iştîrakî de heye. Piştî Sedir Serokê Meclîsa Dozgeriyê ya Lubanê Hisên El-Huseynî rêveberiya tevgerê kir. Niha jî Serokê Meclîsa Perlemanterên Lubanê Nebîh Birî rêveberiya wê dike.

Şepêla Niştimanî ya Azad

Şepêla Burtiqalî (Şepêla Ewnî) aliyeke siyasî diruşmeya guhertin û sererastkirinê radike. Ciran Basîl rêveberiya wê dike. Nûnertiya piraniya xiristyaniyên Lubanê dike. Di sala 2005'an de piştî Ewin ji Firansa vegeriya, di sala 2005'an de hate ragîhandin. Hevkariya wê jî bi Hizb El-Ah re ye. Şepêla Ewin ne tekane hêza xiristiyanî ya Lubanê ye.Şepêla El-Merde ya Silêman Firenciye rêveberiya wê dike jî heye.

Partiya Ketaib

Ketaib yek ji hêzên 14'ê Adarê ye, di sala 1936'an de hate dameizrandin, bi destê Beyar El-Cemîl di dema hebûna Firansa ya li Lubanê de hate avakirin. Lê wekî rêxistineke qanûnî ne hate qebûlkirin. Di sala 1943'an de piştî serxwebûna Lubnanê hate qebûlkirin.

Nerîna Ketaib ji fikra partiyên Ewropî yên faşist ve hate avakirin. Bi taybet jî partiya Nazî yên Elaman û partiya Ketaib a Ispanyolê. Di bûyerên sala 1952'an de partî bi Serokê wê demê Kemîl Şemûn re sekinî. Di sala 1968'an de Hevkariya sê alî ku ji Hizba Niştimanî ya Azadîxwazan û Koma Niştimanî saz kir. Di hilbijartênên wê salê de jî 9 nûner di perlemantoyê de bidest xist.

Ev partî yekem hêza rastgir a sereke di şerê navxweyî ya Lubanê de bû. JI hêzênsereke ya damezirandina hêzên Lubanê de ye. Lê piştî mirina damezirînerê wê di sala 1984'an de rola partiyê paş de vegeriya, her wiha bandora wê li ser hêzên Lubanê de jî kêm bû. Her wiha gelek parçebûn di partiyê de pêk hat.

Di sala 2001'an de Kerîm Beqerdonî wekî serokê Partiyê hat hilbijartin. Piştî hate hilbijartin bi Emîn Cemîl re li ser serokatiya partiyê ket pêşbirkê de. Aloziya di navbera wan de piştî El-Cemîl wekî serokê bilind ê Partiyê hate erkdar kirin, nakokiya wan bi dawî bû.

Hêzên Lubanê

Rêxistineke leşkerî ye, di sala 1976'an de ji aliyê Beşîr El-Cemîl ve hate damezirandin, paşê jî El-Cemîl bû serokê Lubanê. Rêveberê wê yê niha jî Semîr Cece ê bi nêzîkatiya xwe ya bi Erebistana Siûdiyê re tê naskirin.  Li ser hêza 14'ê Adarê tê hesabkirin.

Partiyên Dirzî

Partiya Pêşvero ya Iştirakî ya ku Welîd Canpolat rêvebeirya wê dike, ji girîngtirîn partiyên dizî ne. Ev partî di navbera hêza 8'ê Adarê û 14'ê Adarê ve diçe û tê. Her wiha partiya Demokratîk a Lubnanê ku hevkarê koma 14'ê Adarê ye. Ev partî di 1'ê gulana 2001'an de hate avakirin. Arselan wekî serokê partiyê hate hilbijartin. Ev partî jî berdewama berxwedana Emîr Mecîd Erselan e, her wiha yek ji giringtirîn partiyên bi Partiya Pêşvero ya Kominist a Lubanê re di nava pêşbirkê de ye.

Partiya Qewmî (Netewperest)

Hemû partiyên ku berê me hebsa wan kir mezhebî ne. lê ev nayê wateya ku partiyên din nîn in. gelek partiyên din jî hene. Wekî partiya Netewî ya Civakî. Ev partî ji aliyê Entiwan Seada ve di sala 1933'an de di bin navê "Prtiya Netewî ya Lubanê" hate avakirin.Piştî Cenga Cîhanê ya duyemîn navê xwe wekî partiya Netewî ya Civakî da guhertin.

Sîstema Hilbijartinê ya Lubanê di navbera pirdengiyê û rêjeyan de

Ji demek dirêj ve û hilbijartinên Lubanê cihê nîqaşan e. Qanûnên hilbijartinan ên cûda li Lubanê hatin bikaranîn, hin ji wan di encama rewşa siyasî ya herêmê de pêk hat. Di encama wan qanûnan de hêzên siyasî yên bibandor pêş diketin.

Qanûna sala 1960'yî

Qanûna hilbijartinan di encama hilbijartinên berê yên Lubanê di encama biryara sala 1960'yî de pêk hat. Ev qanûna piştî gelek gelek guhertin û sererastkirina di gelek dewreyên hilbijartinan de hate bikaranîn.

Di dewreya dawî de ku di sala 2009'an de pêk hat, qanûna 1960'yî wekî qanûna sereke esa girt, lê vê carê li şûna 99 parlemanteran 128 perlemanter hatin hilbijartin.  LI gorî vê sîstemê herêmên hilbijartinan li gorî qanûnê di hilbijartinên sala 1960, 1974, 1968, 1972 û herî dawî jî beriya şerê navxweyî pêk hat. Ev meclîs heta sala 1992'an de pêk hat.

QamşmaErsedoksî:

Ev qanûna ku xiristyanên 8'ê Adarê û 14'ê Adarê ew erê kirin, li gorî vê qanûnê wê kursiyên xiristyaniyan di navbera 8 û 14'ê Adarê de pêk hat. LI ser asta tevahî Lubanê lîsteyên mezheban hatin diyarkirin. Yenî bi wateya ku lîsteyên mezhebî hatin damezirandin, lê wan lîsteyan tenê nûnertiya yek mezheban dikir. Wekî nimûne, namzetên ersedoks di lsîteyek ji 14 namzetan de xwe pêşkêş dikin.

Qanûna Rêjeyê:

Rêje bi giştî, nûnertiya partî û komên siyasî bi hejmara endamên parlematoyê tê nîşandan. Ev fikre bi nisbeya rêjeyê pêk at. Ev fikre li Ewropa bi armanca parstina mafê kêmnetewan pêk hatiye. Di welatê pireng de pêk hat, wekî Denîmark, Siwîsra, Belcîka û Filenda pêk hatiye.

Di sala 1984'an de lêkolînerê Siwêsrî  Fîktor Kosidran de hatiye avakirin.  Ev li gorî rêjeya zêde mavan nîşan dide. Li gorî vê mafê bidestxistina mafan pêk tê.

Hilbijartinên niha

Di hilbijartinên niha de jî rewşa hindirê Lubanbê ya gerem bandor kiriye. Her aliyeke siyasî helwl dide ku van hilbijartinan ji xwe re wekî mirin û jiyanê pêk bîne.

Her aliyek ji bo van hilbijartinan sefer berbûne, xwe ji îro re amade kirine. Luban bû wekî giraveke ji derdora xwe qut bûye. Ev jî metirsînê li ser tevahî Lubanê pêk tîne.

Herdû hêzên Şîî ku Hizib El-Ah û Tevgera Emel nûnertiya wê dike, di nava hewldanan de ne ku rola Şepêla Pêşerojê di hilbijartinan de lawaz bikin. Bi vêyekê jî dixwazin şepêla şîn di bargeha wê ya sereke Beyrûtê de asteng bikin.

Derbarê mijarê de jî nivîskarê Lubanî Elî El-Emîn nivîsek weşand û got ku hilbijartinên 6'ê Gulanê ji hemû guhertin andi navbera lîsteyan re vekiriye.

Hevkariya siyasî ku ev zêdeyî saleke di ser hilbijartinên serokê Lubanê Mîşal Ewin di valatiya siyasî de ye. Ev baş nîşan dide ku hêz li aliyê Hizib El-Ah a Lubanê ye.

Qanûna hilbijartinan ku encamên wê pêşende diyar bûne, ne di asta herêmê ya 60 salên derbasbûyî de ye. Encama tê diyarkirin tenê dikare nûnertiya 80 ji sedî ji endamên perlemantoyê diyar bike. Di nav de jî rêjeya yên serbixwe bi rêjeya deh ji sedî xwe nîşan dide.

Encamên hilbijartinan dê tu guhertinên zêde di hevsengiyên desthiladariya hindir a Lubanê de nîşan nake. Wê rewşa ku Lubanê ev demek tê de bi tayet ji ber hebûna hêza gêrêdayî Îranê ya li Lubanê ya herî bi bandor e. Ev hilbijartin di Lubnana ku tu cihê jiyana demokratîk lê nemaye pêk hatiye. Ev jî rê li ber jiyana siyasî ku şertên dewletokê ava bike, pêk were.

(dc)

ANHA