Dagirkeriya Tirk revandina gelê Efrînê didomîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê revandina sivîlên Efrînê ber bi cihên nediyar ve didomîne.

Dagirkeriya Tirk revandina gelê Efrînê didomîne
1 gulan, 2018   13:55

SÎMAV XELÎL/EFRÎN 

Çavkaniyekê ji hundirê Efrînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyê bi navê Ednan Ebdulhenan (27) ê ji gundê Mezin ê bajarê Efrînê bi hinceta ku têkîliya wî bi Rêveberiya Xweser re heye, revandin. 

Çavkaniyê diyar kir ku çeteyan beriya 4 rojan mala Ednan dorpêç kirin, piştre wî revandin û birin cihekî nediyar.  

Duh jî çavkaniyekê ji herêmê destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk li welatiyekî Efrînî dan, pere û erebeya wî jê xwestin. Çavkaniyê ragihand ku welatiyê Efrînî du milyon L.S daye çeteyan. 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hincetên cûda welatiyên Efrînê direvînin, her wiha kiryarên dizî û talankirina malên gel didomînin.

(mm)

ANHA