Gelê Qamişlo: Bi rihê 1ʹê Gulanê wê Berxwedana Serdemê didome

Bi hezaran şêniyên Kantona Qamişlo bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê bi dirşmeya "Bi rihê 1ʹê Gulanê wê Berxwedana Serdemê berdewam bike" çalakiyên cûr be cûr li dar xistin.

Gelê Qamişlo: Bi rihê 1ʹê Gulanê wê Berxwedana Serdemê didome
Gelê Qamişlo: Bi rihê 1ʹê Gulanê wê Berxwedana Serdemê didome
Gelê Qamişlo: Bi rihê 1ʹê Gulanê wê Berxwedana Serdemê didome
Gelê Qamişlo: Bi rihê 1ʹê Gulanê wê Berxwedana Serdemê didome
Gelê Qamişlo: Bi rihê 1ʹê Gulanê wê Berxwedana Serdemê didome
1 gulan, 2018   13:35

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê ya girêdayî Kantona Qamişlo bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê bi dirûşmeya"Bi rihê 1ʹê Gulanê wê Berxwedana Serdemê berdewam bike" meşek li Qada Şehîd Xebat Dêrik hat lidarxistin.

Meşvanan alên saziyên Bakurê Sûriyê, pankartên bi nivîsa "Şoreşa Rojava bi tekoşîna jina kedkar wê bi ser bikeve û bê Serok jiyan nabe" hildan. Her wiha dirûşmeyên silavkirina 1ʹê Gulanê û Berxwedana Serdemê berz kirin.

Di meşê de Hevserokê Komîteya Kedkaran a navçeya Girkê Legê Abdullah Silêman axivî û 1ʹê Gulanê li hemû karkaran pîroz kir. Abdullah di axaftina xwe de wiha anî ziman,"Roja 1ʹê Gulanê roja berxwedanê li hember sîstema desthilatdar û roja yekîtiya hemû karkeran e."

Silêman hemû şehîdên 1ʹê Gulanê bi bîr anîn. Meş bi xelekên dîlanan bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê Komîteya Kedkaran bi boneya Cejna Karkeran şahiyek lidar xistin. Şênî û karkerên navçeyê tevlî şahiyê bûn. Şahî li parka Şehîd Warşîn a navçeyê hate lidarxistin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji rêveberên Komîteya Kedkaran a navçeya Tirbespiyê Xewla Ebas, yek ji rêveberên TEV-DEMʹê Hediya Şemo û Endama Kongreya Star Înas Osman axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de Cejna Karkeran li hemû karker û kedkaran û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di destpêka şoreşa azadiyê de karker asas girtin û banga mafên wan ên rewa kir.

Her wiha hate gotin ku şoreşa Bakurê Sûriyê şoreşa karker û kedkaran a li hember sîstemên desthilatdar e.

Paşê koma Şehîd Sebrî û koma Şehîd Viyan Peyman govend, stran û şano pêkêş kirin.

Şahî bi xelekên dîlanê bi dawî bû.

(bx)

ANHA