Kedkarên Kobanê di Ceja Karkeran de Berxwedana Serdemê silav kirin

"Bijî Bexwedana 1ʹê Gulanê, bijî Bexwedana Serdemê, berxwedana Efrînê berxwedana kedkaran e, azadiya Rêber Ocalan û rizgarkirina Efrînê ji dagirkran hêviya kedkaran e" bi van dirûşmeyan karker û şêniyên Kantona Kobanê Cejna Karkerên ya Cîhanî pîroz kirin.

Kedkarên Kobanê di Ceja Karkeran de Berxwedana Serdemê silav kirin
Kedkarên Kobanê di Ceja Karkeran de Berxwedana Serdemê silav kirin
Kedkarên Kobanê di Ceja Karkeran de Berxwedana Serdemê silav kirin
1 gulan, 2018   13:28

KOBANÊ

Bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanî meşek li dar xistin. di meşê de bi hezaran şêniyên Kantona Kobanê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Tirkmen, kedkar, her wiha endam û rêveberên saziyên sivîl û desteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk amade bûn.

Meşvanan ala Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha pankartên "Bijî berxwedana 1ʹê Gulanê, bijî Berxwedana Serdemê, berxwedana Efrînê berxwedana kedkaran e" hildan.

Meşvan li hemû kolanên sereke yên bajar geriyan û dirûşmeyên ʺBijî berxwedana YPJ/YPGʹêʺ  berz kirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa TEV-DEMʹê ya Kobanê Ehmed Şêxo, Endama Kongreya Star Edla Begê axivîn û cejna Karkerên Cîhnê li hemû karker û kedkaran pîroz kirin. Axaftvanan diyar kirin ku civak bi saya karkeran tê avakirin.

Her wiha di axaftinan de hate destnîşankirin ku Berxwedana Serdemê hêza xwe ji keda kedkar û zarokên ku bê navber ji bo avakirina civakê dixebetin, digre. Her wiha hate zanîn ku hemû kedkar li ser riya şehîdên ku ji bo azadiya gel û welatê xwe canê xwe feda kirin, dimeşin.

Paşê nameya Saziya Biratiya Gelan derbarê 1ʹê Gulanê roja berxwedanê li hember zilm û zorê de hate xwendin. Di nameyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi her awayî dixwaze îradeya gelê herêmê (taybet gelê Efrînê) bişkîne û kiriyarên hovane derbarê gelê me pêk tîne. Ji ber wê em ê roja 1ʹê Gulanê bikin roja tekoşîn û berxwedana li dijî dewleta Tirk a faşîst, em ê hemû planên wan têk bibin."

Di dawiyê de komên hunerî yên Navenda Baqî Xido stran û şano pêşkêş kirin.

(bx)

ANHA