Helbestvan û wêjevanan peyamên piştgiriya Efrînê dan

Hejmarek helbestvan û wêjevanên herêma Tebqayê bi helbestên xwepiştgiriya xwe bi berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê nîşan dan.

Helbestvan û wêjevanan peyamên piştgiriya Efrînê dan
1 gulan, 2018   13:06

TEBQA

Bi pêşengtiya Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Teqayê "duyemîn hevdîtina helbestvan û wejevanan hate lidarxistin.

Hevdîtina Wêjevan û Helbestvana bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a rizgarkirina Tebqa ji çeteyên DAIŞ‘ê hate organîzekirin û li navenda Ciwanan hate lidarxistin.

Di hevdîtinê de, endamên komîteyên Rêveberiya  Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, endamên saziyê, sivîl û leşkerî yên bajaroka El-Cirniya ya bakurê rojavayê Tebqayê amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, helbestvanan dest bi xwendinê helbestên xwe kirin, helbestên hatin xwendin, peyama piştgiriya bi berxwedana Efrînê û girîngiya yekîtiya gelê Sûriyê hate dayîn.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Elî El-Ilêwî axivî û got, "Bi boneya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqayê ev hevdîtin hate lidarxistin, hevdîtin a duyemîn li ser asta Tebqa û gundewarên wê tê lidarxistin."

Rêvebera bajaroka El-Cirniya bi xêrhatina beşdaran kir.

Rêvebera Mal Jin a El-Cirniya Foza Ebûd hevdîtin çandê pîroz kir û diyar kir ku di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de çanda herêmê hatibûn windakirin.

(bb)

ANHA