Hêzên rêjîmê carek din êrîşî nûqteyên QSD‘ê kirin

Hêzên rêjîma Sûriyê û alîgirên wê cardin êrîş birin ser nuqteyên şervanên QSD‘ê yên li gundewarên Dêrazorê.

Hêzên rêjîmê carek din êrîşî nûqteyên QSD‘ê kirin
1 gulan, 2018   07:17

DÊRAZOR

Hêzên rêjîma Sûriyê û alîgirên wê ji duh piştî nîrov ve hetanî saetên şevê ji gundên El-Salihiyê û El-Hisêniyê nûqteyên şervanên QSD‘ê yên li gundê El-Ciniyê û El-Cîa yên bakurê rojhilatê bajarê Dêrazorê topbaran û bomebebaran kirin.

Hêzên rêjîma Sûriyê beriya du rojan jî nûqteyên şervanên QSD‘ê yên li gundewarên Dêrazorê topbaran kirin.

Hêjaye, QSD‘ê dê îro derbarê êrîşan û Pêngava Bagera Cizîrê kongreyeke çapemeniyê lidar bixe.

(bb)

ANHA