Tevgera lêkirinê li Minbicê zêde bûye

Di rewşa pêkanîna ewlekarî û aramiya ku di demên dawî de li Minbicê pêk hatiye, xebatên lêkirina xaniyan zêde bûye. Welatî daxwazên ruxsetan ji buroya fenî ya şaredariyê dikin.

Tevgera lêkirinê li Minbicê zêde bûye
Tevgera lêkirinê li Minbicê zêde bûye
Tevgera lêkirinê li Minbicê zêde bûye
Tevgera lêkirinê li Minbicê zêde bûye
Tevgera lêkirinê li Minbicê zêde bûye
Tevgera lêkirinê li Minbicê zêde bûye
Tevgera lêkirinê li Minbicê zêde bûye
Tevgera lêkirinê li Minbicê zêde bûye
Tevgera lêkirinê li Minbicê zêde bûye
1 gulan, 2018   07:14

KAMÎRAN XOCA / MINBIC

Piştî bajarê Minbicê yê Bakurê Sûriyê di sala 2016'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin û ewlekarî û aramî li bajar û gundên wê pêk hat, tevgera avasaziyê li tevahî bajar zêde bû.

Li gorî buroya fenî ya Şaredariya Gel a Minbicê diyar kir, wan ji sala 2017`an heta niha 455 ruxsetên lêkirina xaniyan dane. Ruxsetên têne dayîn rê dide ku 4 qat werin lêkirin, her wiha ruxsetên vêleyan jî tê dayîn.

Tevgera avakirinê di sala dawî de li Mibicê di encama aramiya pêk hatiye de, zêde bûye. Welatiyan diyar kirin ku aramî û ewlekarî di encama baweriya welatiyan a bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêk tê.

Endamê Buroya Fenî ya Şaredariya Gel a Minbicê Qasim El-Ebûd diyar kir ku geşbûna xebatên lêkirina xaniyan li bajar zêde dibe û destnîşan kir ku tu astengî li pêşiya dayîna ruxsetan nîne, dema welatiyek hemû belgeyên xwe pêşkêş bike, wê yekser dest bi lêkirinê bike.

Derfetên kar hatiye peydakirin

Tevgera lêkirinê zêde bû ye bi vê yekê jî derfetên kar ji hezaran karkerên herêmê re hatiye peydakirin. Di dema DAIŞ`ê de herêm dagirkiribûn, bê karî li herêmê belav bibû.

Di vê çarçoveyê de karkerê bi navê Hisên Mihemed ê di xebatên lêkirinê de dixebite got ku bi zêdebûna tevgera lêkirinê re derfetên kar ji salên derbasbûyî zêdetir bû ye.

Mûtehidê bi navê Ehmed El-Semo jî derbarê mijarê de got ku piştî Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, tevgera kar li herêmê zêde bû û diyar kir ku Buroya fenî ya şaredariyê ruxsetan dide wan da ku welatî dûrî avahiyên bê ser û ber bikevin.

(dc)

ANHA