Berhemên zeviyên genim û ceh îsal pir kêm e

Mewsimê Çandiya genim û ceh li herêmên Bakurê Sûriyê di vê demê de dikeve dema çinîn û berhevkirinê, cotkar behsa kêmbûna berheman dikin û dibêjin ku ev ji ber kêmbûna baranê di vê salê de berhem kêm in.

Berhemên zeviyên genim û ceh îsal pir kêm e
1 gulan, 2018   06:58

MIHEMED EL-EHMED - HÊZA HESEN / KOBANÊ

Çandiniya genim û ceh ji berhemên sereke yên aboriya herêmên Bakurê Sûriyê ye. Cotkar di meha mijdarê de dest bi çandiniya zeviyên xwe dikin û tovan li erdê direşînin, pêwîstiya zeviyên bejî bi baranê heye ku şîn bibe û bipije. Ji dema tov dikeve erdê û heta dawiya meha Nîsanê dema berhem dipije, pêwîstiya berheman bi baranê heye.

Zeviyên bejî li ser baranê çêdibin, dema baran baş dibare berhem başe, lê dema salên baran kêmbe zevî jî zuha dibe û berehem nînin an jî pir qelsin.

Li kantona Kobanê rewşa zeviyan heman tişte, ji ber çandiniya genim û ceh ji berhemên herî sereke yên di herêmê de têne çandinî. Dema baran başbe berhemên her hiktarekekî 25-30 çiwal ceh an genim jê tê. Lê dema sal ziwa be û baran nîn be, welatî zeviyên xwe wiha bê ku berhev bikin, didin pez.

Cotkar behsa rewşa mewsimê îsal dikin

Cotkaran derbarê berhemên îsal ji ajansa me ANHA`yê re axivîn. Cotkarê bi navê Fewaz Ibrehîm ê ji kantona Kobanê ye derbarê mewsimê bejî yê îsal de got ku baran baş ne bariya berhemên wan ne başe û wiha pê de çû,"Zeviyên me gelek ziyan dîtin, lewma em neçar bûne ku em bi doniman bifroş in pez. Wiha jî hema nîvê mesrefê me lê daye derdikeve."

Cotkarê bi navê Hesen Eyûb jî ê ji gundên Kobanê ye derbarê mijarê wiha axivî,"Çandiniya bejî li ser baranê ye. Îsal baran pir dereng bariya û kêm bû. Lewma bereham baş çênebû."

Amadekariyên çinînê tên kirin

Xwediyên deraseyan amadekariya berhevkirina mewsim dikin, ji ber zeviyên bejî di nîvî meha Gulanê de tên berhevkirin û yê avî jî di meha Hizêranê de tê kirin.

Xwediyên deraseyan xebatên xwe yên temîrkirina derasan bi dawî kirin da ku li herêmên Firat û Cizîrê dest bi berehevkirina zeviyan bikin. Xwediyên deraseyan destnîşan kirin ku karê wan îsal ji beriya salên derbasbûyî kêmtir bûye, ji ber zeviyên genim û ceh pir kêm in.

Hevserokê Mudîriyeta Çandiniyê ya Kobanê Mehmûd Bozan destnîşan kir ku piraniya şêniyên herêmê li ser zeviyên bejî debara xwe pêk tîn in û wiha got,"Ji ber baran baş ne bariya ye. Îsal cotkaran gelekî ziyan dîtine. Li kantona Kobanê 7 hezar hiktar zeviyên genim ji wan ên avî jî hene, hatine çandin. Her wiha 60 hezar hiktar cehê bejî hatiye çandin."

Bozan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê di rojên pêş de civînan lidar bixin û rewşa mewsim nîqaş bikn û li gorî wê biryaran derbarê mijarê de bistîn in û got ku wê biriyarên wan xizmeta cotkaran bike.

(dc)

ANHA