Efrînî: Meclîsa xayînan nûnertiya me nake

Şêniyên Efrînê tekez kirin ku ew meclîsa xayînan a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiya avakirin nas nakin û anin ziman ku ew ê heta dawiyê şopdarên riya şehîdên xwe bin û berxwedaniya xwe didomînin. 

Efrînî: Meclîsa xayînan nûnertiya me nake
22 nîsan, 2018   08:28

CAFER CAFO – ROZANDA DADO / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ku li herêma Şehbayê bi cih bûne destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê wek ku çawa derbasî Efrîn bûn wê ji derkevin û meclîsa ku ji aliya wan ve hatiye avakirin wê têk biçe.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Abdin Seydo got ku şêniyên Efrînê tu carî dev ji axa xwe bernadin û heta niha jî li ser axa xwe li ber xwe didin û ev tişt anî ziman,"Komployên ku li dijî me hatin kirin em  neçar kirin ku dev ji axa xwe berdin. Heta ku şervanên QSD`ê hebin em ê li ax û warê xwe vegerin û bajarê me wê ji dagirkeran û çeteyên wê rizgar bibe."

Seydo diyar kir ku ew meclîsa ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bo rêvebriya Efrînê hatiye avakirin nas nakin û tu carî ew meclîs nûnertiya wan nake. Her wiha Seydo destnîşan kir ku şêniyên Efrînê wê li warê xwe vegerin û meclîsên xwe li gorî zagonên xwe ava bikin.

Welatiya bi navê Hemîda Îbrahîm jî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên wan hilweşandin.

Welatiya bi navê Elîfa Xelîl bi lêv kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên wan talan dikin û didizin. Elîfa got ku çete ji ber ne xwediyê axê ne, heger wan wateya azadiyê zanibana tu carî xaka Efrînê dagir nedikirin û tu carî bi destek dayîna dagirkeran li dijî gelê Bakurê Sûriyê komplo pêk nedanîn. 

Her wiha welatiyê bi navê Reşad Xelîl diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku hemû Bakurê Sûriyê dagir bikin bixin bin serweriya xwe de û armancên xwe li wê derê pêk bîne, êrîşî Efrînê kirin.

Xelîl destnîşan kir ku dewletên cîhanê û hemû rêxistin ji kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  li Efrînê çavên xwe digrin. Xelîl got ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hîn jî kiriyarên dagirkeriyê pêk tînin lê şêniyên Efrînê tu carî meclîsa ku di bin navê rêveberiya Efrînê de hatiye avakirin, qebûl nake.

(bx)

ANHA