Panorama heftane ya rojnameyên Erebî

Rojnameyên Erebaî di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ku Rêjîma Sûriyê planên xwe yên guhertina demografîk didomîne û bi sponseriya Rûsya û Îran komên çekdar ji deverekî dişînin deverekdin. Rûsya gefa şandina moşekên S 300 ji bo rêjîma Sûriyê li rojavayan dixwe. Li Lubnan û Iraq amadekariyên hilbijartinana têne kirin. Erdogan hilbijartinên pêşxwest ragihand.

Panorama heftane ya rojnameyên Erebî
22 nîsan, 2018   08:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Ereban di hefteya derbasbûyî mijarên cuda girêdayî pêşveçûnên li Sûriyê di aliyê siyasî û meydanî, êrîşa hawayî ya DYA, Birîtanya û Fransa li dijî bargehên rêjîma Sûriyê, hilbijartinên Iraq û Lubnan, hilbijartinên pêşwext ku Erdogan ragihandiye û nakokiyên Hûsiyan, her wiha aloziya Li Filistanê girtine dest.

Tîma lêpirsîna ya kîmyewî dest bi karê xwe kir, mayîna Amerîka ji bo Sûriyê ji bo Îran agahiyeke nexweş e

Rojnameyên Erebî di vê hefteyê de bal kişandin li ser êrîşa sê alî ya bi pêşengtiya Amerîka li dijî bargehên rêjîma Sûriyê û êrîşa kîmyewî ya li dijî Dûmayê. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Tîma kîmyewî dest bi karê xwe didin..û pêşnûmeya navdewletî ya derbarê lêpirsînê derdikeve holê" weşand. Rojnameyê diyar kir ku şandeya Rêxistina Qedexekirina Kîmyewî, yekşemê dest bi karê xwe li Dûma kir da ku derbarê raporên ku îdîa dikin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û Şamê bi pêkanîna êrîşê hatiye tewabarkirin dest bi lêpirsînê bike. DYA‘, Birîtanya û Fransa pêşnûmeya mekanîzmeya lêpirsîneke nû derbarê çekên kîmyewî pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir."

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî mijarê, nûçeyeke bi sernavê "Mayîna Amerîka li Sûriyê ji bo Îran agahiyeke nexweş e" û "Piştî êrîşa leşkerî ya li Sûriyê: Tirkiyê di çiraveke nû de ye" weşandin, Rojnameya El-Ereb got, "Çavdêrên siyasî daxuyaniya Nûnera DYA‘ê li Neteweyên Yekbûyî Nicky Healy  ku dibêje welatê wê hêzên xwe ji Sûriyê nakişînin, peyamek nû ji bo Îran bû beriya ku ji bo rêjîma Beşar El-Esed be."

Lihevkirinên koçberkirina şêniyên El-Dimêr û texmîn hene ku Dera armanca pêş be

Ji mijarek din girêdayî rewşa Sûriyê, îtîfaqên guhertina demografîk, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Piştî gefên Rûsya yên şer...îtîfaq ji bo koçberkirina şêniyên bajarê El-Dimêr ê gundewarê Şamê" weşand.  Li gorî nûçeyê; Komên opozisyonê yên li bajarê El-Dimirê ê bakurê rojhilat paytexta Şamê bi aliyê Rûs re lihevkirine ku çekdar û sivîl ên naxwazin bi rêjîma Sûriyê re li hev bikin, werin derxistin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê"Gelo wê Dera armanca pêş a hêzên El-Esed be" weşand û got, "Girtina Xûtaya Rojhilata ji aliyê rêjîma Sûriyê ve rê li ber artêşa Sûriyê vekir ku ber bi aliyê başûr ve biçe. Li gorî lêkolîneran dibe ku armanca rêjîmê ya pêş Dera be."

Erebîstan Siûdî amade ye hêzên xwe bişîne Sûriyê

Rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê " Rêveberiya Trump daxwaz ji dewletên Erebî dike ku hêzên xwe bişînin Sûriyê û Erebistana Siûdî jî amade ye", El-Ereb jî sernavê " Erebistana Siûdî ji Trump re: belê, em ê biçin Sûriyê" avêtin.

Di nûçeya rojnameya El-Ereb de hate gotin, "Rojnameya Wall Street Journal a Amerikî  di rapora xwe de ku roja sêşemê belav kir, diyar kir ku rêvberiya Trump bi welatên Erebî re nîqaş kir ku hêzên xwe bişînin Sûriyê  û li şûna hêzên Amerikî bêne bi cihkirin."

Mosko dixwaze El-Esed xelas bike 6 xalan pêşniyar dike

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset girêdayî aloziya Sûriyê nûçeyek bi sernavê "Mosko ji bo ku El-Esed xelas bike 6 xalan pêşniyar dike" weşand. Di nivîsê de wiha tê gotin, "Nûnerê Rûsya yê daîm li gel Neteweyên Yekbûyî Vasily Nippensia pêşniyarên hempîşeyên wê yên rojavayî derbarê projeyeke nû ji çareserkirina aloziya Sûriyê red kir û pêşnûmeyek ji 6 xalan pêşkêş kir, ji wan, rawestandina şer û gefxwarinên li ser Sûriyê, her wiha daxuyaniyên bi kîn ên li dijî hikûmeta rawa ya Serok Beşar El-Esed werin rawestandin."

Rojnameya El-Heyatb di nivîsa xwe ya bi sernavê "Bekîn beşdarî xeta aloziya Sûriyê dibe..Astana 9 di Gulanê de dest pê dike"  de gotibû ; "Di gel nakokiyên di navbera welatên rojava ji aliyekî û rêjîma Sûriyê û Rûsya li aliyekî din derbarê çekên kîmyewî li Dûma, doplomasya Cîna beşdarî rola çareseriya aloziya Sûriyê dibe, duh hate ragihandin ku danûstandinên Astana 9 di navîna gulana pêş destpê bike."

 Berpirsê êrîşa 11‘ê Îlonê hate girtin

El-Şeriq El-Ewset jî sernavê " Berpirsê êrîşa 11‘ê Îlonê di destê Kurdan dide ye" weşand, di nivîsê de tê gotin, " Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê û berpirsên Kurd diyar kirin ku Mihemed Heyder Zemar yek ji endamên hucreya Hamburg ên ku êrîşa 11‘ê Îlona 2001‘an ya li dijî Dewletên Yekbûyî pîlan kir li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kurd (Asayîş) a Bakurê Sûriyê hatiye girtin û niha di lêpirsîna ewlekariya dewletên koalîsyona navdewlî ya li dijî DAIŞ‘ê de ye."

Rûsiya gefa şandina moşekên s 300 ji bo Sûriyê li rojava dixwe

Rojnameyên Erebî her wiha behsa Sûriyê, diyar kirin ku Mosko dê moşekên s 300 ji bo rêjîma Sûriyê re bişîne. Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi navê " Rûsya gefan li rojava dixwaze ku dê moşekên s 300 ji rêjîma Sûriyê re bişîne" weşand û got, " Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov duh  derbarê êrîşa hewayî ya rojavayî li ser Sûriyê û şandina moşekên  s 300 ji Sûriyê re gotibû: berpirsyariyeke me exlaqî nema ku em s-300î neşînin sûriyeyê."

Hilbijartinên Iraqê

Girêdayî amadekariyên hilbijartinên Iraqê, manşêtên cuda derketin pêş, Rojnameya El-Ereb sernavê  "Heyder El-Ebadî bi sozên tunekirina fesadê dixwaza dengan bikişîne bi aliyê xwe ve" weşandin". Li gorî Rojnameya El-Ereb " Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî ku ji bo hilbijartinên 12‘ê Gulanê xwe hilbijartiye banga ‘‘Şoreşa‘parastina maliya giştî kir ku li gorî wê bi hezaran dosyayên derbarê fesadê veke."

Rojnameya El-Qudis El-Erebî di nûçeya xwe ya bi navê "Propogendayên hilbijartinan parlamentoya Iraqê pûç dike.. li Nînewa tewanên kirîna dengan"diyar kir ku piraniya endamên parlanemtoya Iraqê li herêmên xwe bi propogendayên hilbijartinan ku tê payîn 12‘ê Gulanê dest pê bike, mijul bûne û civîn qut kirine. Çavkaniyek ji mûdîriyeta ragihandinê ya parlamentoyê diyar kir ku civîna parlamentoyê ku divyabû duh hatiba lidarxistin, pêk nehat."

Rojnameya El-Ereb El-Lundunya nûçeyek bi sernavê "Îran hewl dide El-Ebadî bikişîne bi aliyê xwe ve" weşand û got, " Îran hewl dide, beriya ku bi Îsraîl re bikeve şerekî muhtemel li Sûriyê, Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî bikişîne aliyê xwe. Serokê Parastinê yê Îranê Emîr Hatimî duh ji nişkêve gihişt Bexdayê."

Rojnameya El- Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Hevdîtinên fermandarên Sina texmînên avakirina koalîsyonekê derdixe pêş" weşand. Li gorî nûçeyê "Hejmarek fermandarên Sina civînek li mala Cigîrê Serokê Iraqê, Serokê Koalîsyona El-Qerar a hilbijartinan Ûsama El-Nicêfî lidar xistin. Di civînê de, dozên hevebeş ên parêzgeh û herêman hatin nîqaşkirin."

Aloziya Filistîn û Israîl

Derbarî rewşa Filisîtînê rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê " Di roja `Nekba‘ de hêzên Îsraîlê Dufa Rojava û Xeza bi temamî digre" avêt. Li gorî nivîsê," Li gorî malpera elêktronîk a Times of Israel Artêşa Îsraîlê ragihand ku dê roja yekşemê an go di roja salvgera damezirandina Delwta Cihû de, ku ev roj ji bo filistîniyan nekbe ye deriyê di navbera Xeza û Îsraîlê de werin girtin.

El-Cehba El-Şabiya di baykotkrina encûmena niştimanî de bi israr e

Rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa rewşa Filistînê, nûçeyek bi sernavê " El-Şabiya di helwesta xwe ya baykotkirina encumena niştimanî ya Filistînê de israr dike" weşand û got, "Hevdîtinên Tevgera Fetih û El-Cebhea El-Şabiya ku pêr li Qahire pêk hatibûn  ji bo îqnakirina El-Cehba El-Şabiya ku helwestên xwe derbarê civîna encumena niştimanî ya Filistînê biguhere bi ser nekirin. Tê payîn ku civîn 30‘ê Nîsanê li bajarê Ramela ya Difa El-Xerbiya pêk were."

Nakokiyên hundirîn ên fermandarên Hûsiyan

Girêdayî aloziya li Yemenê jî sernavên cuda derktin pêş, El-Heyat manşêtek bi sernavê "Şerê qutiban koma Hûsiyan parçe dike" avêt. Li gorî nûçeyê "Nakokiyên navxweyî yên di navbera fermandarên koma Hûsiyan ên Şepêla Hikûmeta Xelasiyê ya bi serokatiya Serokê Encumena Siyasî ya Bilind a koma Salih El-Semad û Şepêla Komîteya Şoreşgerî ya Bilind a bi serkêşiya Mihemed Elî El-Hûsî zêde dibe.Her aliyek hewl dide herêmên xwe li Sena û parêzgehên din fireh bikin û dest deyne ser berheman û di qadên leşkerî û ewlehî yên dewletê serwer be."

Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Yemen: Li Eden xwepêşandanên banga derketina koalîsyona Ereb û serbestberdana girtiyên siyasî" weşand. Di nûçeyê de tê gotin ku duh piştî nimêja înê, li Edenê xwepêşandan hatin lidarxistin û banga derketina Koalîsyona Erebî û serbestberdana siyasetmedaran hat kirin."

Hilbijartinên pêşxwest ên Tirkiyê desthilatdariya Erdogan xurt dike

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset behsa hilbijartinên pêşwexet ên Tirkiyê, nûçeyek bi navê "Hilbijartinên pêşwexet desthilatdariya Erdogan bi hêz dike" weşand, di nûçeyê de tê gotin ku Serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan  ragihand ku hilbijartinên pêşwext ên serokatî û parlamentoyê yê ku divyabû 3‘ê mijdara 2019‘an de hatiba lidarxistin û di 24‘ê Hizêrana hate pêşxistin ji ber pêwîstiya welat bi guhertinekê ji bo sîstema serokatiyê de çêbûn."

Tê texmînkirin ku Hizbullah dê hilbijartinan de biser bikeve

Amadekariyên hilbijartinên Lubnanê jî di rojeva rojnameyên Erebî de cih girtin, Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Tê texmînkirin ku Hizbullah dê di hilbijartinan de bi ser bike" weşand, di nûçeyê de tê gotin, "Lêvegereke siyasî ji Lubanên daxuyakirin ku aliyê opozisoyana Şîa yên ku di hilbijartinan de şerê lîsteyên Hizbullah de dike texmîn dikin ku biryareke navdewletî heye nahêle desteke ji wan re were kirin û nahêle tu guhertinên mezin di hilbijartinan pêk neyê, nexasim girêdayî cihê Hizbullah di parlamentoyê de."