Nasnameya gerîlayên ku li Amanosê şehîd bûn hate eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 8 gerîlayên li Amanosê şehîd bûn eşkere kir.

Nasnameya gerîlayên ku li Amanosê şehîd bûn hate eşkerekirin
Nasnameya gerîlayên ku li Amanosê şehîd bûn hate eşkerekirin
Nasnameya gerîlayên ku li Amanosê şehîd bûn hate eşkerekirin
Nasnameya gerîlayên ku li Amanosê şehîd bûn hate eşkerekirin
Nasnameya gerîlayên ku li Amanosê şehîd bûn hate eşkerekirin
Nasnameya gerîlayên ku li Amanosê şehîd bûn hate eşkerekirin
Nasnameya gerîlayên ku li Amanosê şehîd bûn hate eşkerekirin
Nasnameya gerîlayên ku li Amanosê şehîd bûn hate eşkerekirin
22 nîsan, 2018   07:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser gerîlayên meha Nîsanê li Amanosê di şer de şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de li ser nasname û têkoşîna şehîdan agahî hatin dayin. Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker di 6 û 16'ê Nîsanê de li navçeyên Dortyol û Kirikhan ên Hatayê operasyoneke berfireh kir. Dijminê ku ji bejahî ve nikare li dijî hêzên me yên gerîla şer bike, bi balafirên şer û teknîkê xwest encamê ji operasyonê bigire. Ji ber êrîşan 7 hevalên me yên bi pêşengiya hevalê me Vedat Amed ku bi lehengî li ber xwe dan şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Vedat Amed

Nav paşnav: Seyîthan Sînet

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Zerîfe-Selahattîn

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018 / Hatay

*****

Nasnav: Agir Lelûn

Nav paşnav: Yahya Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Gulê-Hanan

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018 / Hatay

*****

Nasnav: Dijwar Şoreş

Nav paşnav: Mûrat Kolca

Cihê jidayikbûnê: Manîsa

Dayik-Bav: Zekiye-Abdulhamît

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018 / Hatay

*****

Nasnav: Rizgar Amanos

Nav paşnav: Ahmet Ûçar

Cihê jidayikbûnê: Dîlok

Dayik-Bav: -

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018 / Hatay

*****

Nasnav: Rohat Semsûr

Nav paşnav: Mûsa Akdil

Cihê jidayikbûnê: Semsûr

Dayik-Bav: Makbûle-Abdullah

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018 / Hatay

*****

Nasnav: Têkoşer Têkoşîn

Nav paşnav: Yûnûs Altaytaş

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Medîne-Suleyman

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2018 / Hatay

*****

Nasnav: Dijwar Erkendî

Nav paşnav: Bariş Er

Cihê jidayikbûnê: Edene

Dayik-Bav: Hatîce-Selahattîn

Dem û cihê şehadetê: 16'ê Nîsana 2018 / Hatay

*****

Nasnav: Tûfan Botan

Nav paşnav: Ferdî Akdag

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Sitkiye-Mûrat

Dem û cihê şehadetê: 16'ê Nîsana 2018 / Hatay

Hevalê me Vedat Amed, sala 1974'an li Êlihê ji dayik bû. Polîtîkayên qirkirinê yên faşîzma 12'ê Îlonê li Kurdistanê kir dît û bi şahidiya vê yekê mezin bû. Sala 1992'an tevlî nava refên gerîla bû û li dijî hovîtiya dijmin a ku li gelê me dike bi rengekî çalak rawestiya. Li Amedê dest bi gerîlatiyê kir û heta sala 2000'î li wir kedeke mezin da. Di dema herî giran a şer de li her cihê eyaleta Amedê ma û cihê xwe di nava gelek çalakiyên dijî dijmin de girt. Di şer de derbên giran li dijmin da. Hevalê me Vedat piştî Amedê berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Wextekê li wir ma û dûre ji bo tevlî pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an bibe ji nû ve çû Eylaeta Amedê. Bi fedakariyeke mezin hewl da pêngavê bi cih bîne û piştî ku ev wezîfeya xwe bi ser xist careke din derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Demekê perwerdeya îdeolojîk û leşkerî dît û salekê li derveyî welat di nava karên gel de cih girt. Hevalê me Vedat piştre li çiyayên Kurdistanê vegeriya û sala 2011'an çû herêma Amanosê. Pratîka xwe ya şer li wir jî dewam kir. Hevalê me Vedat di her kêliya xwe ya gerîlatiyê de xwedî li erk û wezîfeyên xwe derket û di asteke girîng de bi berpirsyarî rabû. Hevalê me Vedat ku bi tecrûbeya xwey a 26 salan a gerîlatiyê fermandarekî xurt ê gerîla bû, cihê xwe di rêveberiya Eyaleta Tolhildanê de digirt. Bi ked û hewldanên xwe, xwe gihand asta fermandarekî serketî û her kêliya xwe ya jiyanê diyarî azadiya gelê Kurd kir.

Hevalên me Dijwar Şoreş, Tûfan Botan, Rizgar Amanos, Rohat Semsûr, Dijwar Erkendî, Agir Lelûn û Têkoşer Têkoşîn ên şehîd bûn, tevî emrê xwe yê ciwantiyê ji bajarên cuda yên Kurdistanê li ehv civiyan û di xeta fedayî ya Apoyî de jiyana xwe diyarî azadiya gelê xwe kirin. Her hevalên me bêyî dudilî tevlî nava refên têkoşînê bû û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li hemberî gelê me heta dawiyê şer kirin. Weke şehîdên leheng cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de girtin.

Ji ber van şehadetan û vê êşa giran em ji malbatên hevalên xwe yên şehîd û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Û di şexsê şehîdên xwe de em careke din soz didin ku em ê gelê xwe azad bikin."