Bi kamerayek qedexe ber bi şoreşê ve; Rojnamegeriya Kurd li Rojava

Edîtorê ajansa me ANHA’yê Dilşad Cûdî û xebatkarê Ronahî TV Rodî M.Emîn bîranîn û zehmetiya kar û xebatên rojnamegerên Kurd ên pêşiya Şoreşa Rojava li Suriyeyê vegotin. Rojnamegeran diyar kirin ku wê demê wan li hemberî çekan bi kameraya xwe, bi hêza îrade û israrê şer dikir, berxwedan û keda wê demê ji rojnamegeriya îro re bûye bingeh.

Bi kamerayek qedexe ber bi şoreşê ve; Rojnamegeriya Kurd li Rojava
22 nîsan, 2018   07:07

BÊRÎTAN MEDÛSA - EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Rojnamegeriya Kurd ku di 22’ê Nîsana 1898’an de li Qahîrê bi Rojnameya Kurdistan destpêkir, ji wê demê ve di bin zext û zilma desthilatdaran de tê berdewamkirin. Li dijî vê zilm û zordariyê rojnamegerên Kurd jî bi bedel, berxwedan û dilxwaziyek mezin, dibin dengê civaka xwe. Rojnamegeriya Kurd ji sala 1898 heta 1923’an di bin qedexeya dewleta Osmanî de li berxweda, piştî sala 1923’an jî li dijî zilm û zordariya dewletên dagirker  herçar parçeyên Kurdistanê li berxweda û dide.

Yek ji van parçeyan Rojavayê Kurdistan û Sûriyê ye. Piştî Serhildana Qamişlo ya 2004ʹan  heya destpêka Şoreşa Sûriyê 2011’an zextên Rêjîma Sûriyê li ser rojnamegerên Kurd dijwartir bû. Lê li gel vê jî rojnamegerên Kurd ji bo dengê Kurdan bigihînin raya giştî, gelek bedel û ked dan. Du rojnamegerên ku wê demê kar dikirin jî xebatkarê TV’ya Ronahî Rodî M.Emîn û Edîtorê ajansa me ANHA’yê Dilşand Cûdî bûn. Me jî wek ajansa ANHA’yê xwest van bîranîn û rojên zehmet bi we re parve bikin.

 ‘Zextan em neçarî rojnamegeriyê kirin’

Rojnamegeran, li gel hemû zextan sedemê ku dihêla ew bixebitin wiha anîn ziman. Rodî diyar kir ku her çendî wan ragihandin nexwendibû û bê tecrûbe bûn jî ji ber pêwîstiyek mezin bi ragihandina Kurd hebû ew bi dilxwazî dixebitîn û wiha got, “Li ser gelê Kurd qedexeyên jiyanî, siyasî, çandî û ziman hebûn. Li hemberî vê jî berxwedanek mezin dihat dayîn. Gel xwe bi rêxistin dikir. Pêwîst bû em dengê gelê xwe bigihînin cîhanê.” Dilşand Cûdî jî destnîşan kir ku bi taybet piştî komkujiya 2004’an zextên ser gelê Kurd pir zêde bûn, divê wan ew kiryarên li dijî gelê Kurd bi raya giştî re parve bikiriba.

 ‘Me bi dizî kar dikir’

Dilşand Cûdî da zanîn ku wan bi dizî kar dikir û gotinên xwe wiha berdewam kir, “Ji bo em nûçeyekê bişopînin me pêşiya wê bi dû rojan organîzeya wê dikir. Dê kî dîmenan bigire, dê kîjan jin kartê veşêre, dê kîjan jin kamerayê veşêre, dê li kîjan malan dîmen bê rêkirin. Di meş û civînan de jinên ku tên çalakiyê em xilas dikirin. Hevalên me çend dest cil li xwe dikirin, ruyê xwe digirtin. Piştî dîmen digirtin kamera û kart didan jinan. Cilên xwe diguherîn û wek kesek çalakvan tevdigeriyan.”

Rodî jî destnîşan kir ku derfetên wan pir kêm bûn û wiha pêd çû, “Derfetên me tunebûn, tenê kamerayeke biçûk hebû.  Înternet tunebû, me nûçe û dîmenên xwe li malên welatparêzan dişandin. Ji xwe me tenê dikarî deqeyekê dîmen bişînin. Ji bo ew dîmen herin ji TV’yê re, em heta roja din li bendê diman. Me hemû kar li malên welatparêzan dikir.”

‘Me kameraya xwe di nava pora jinan de vedişart’

Rodî destnîşan kir ku ji çalakvanan zêdetir zext li ser rojnamegeran hebû û wiha vegot, “Wê demê gel ji bo zextan û di rojên taybet ên rêxistina Kurd de dimeşiyan. Dema meşan me dû yan jî sê kamera amede dikir, ji ber eger yek bihatiba girtin dîmen di destê me de hebin en bigihînin raya giştî. Carnan me kamera didanî ser milê jinan û me kamera di nava porê wan de vedişart heya me dîmenek bigirtiba. Piştî me dîmen dikişand me kamera dida dayîkan wan vedişart. Carnan dema me cihê meşê bizanîba, em diketin xaniyan û me di qûlên boriya sobeyê re meş dikişand. Ji xwe meş jî zêde berdewam nedikirin, nava çend deqeyan de dewletê êrîş dikir. Ji kesên ku dihatin girtin dipirsîn ev kîne dîmenan dişinin. Heman demê de gelek hevalên me hatin girtin jî, heya destpêka şoreşê di girtîgehan de man.”

 ‘Konferansa 2007’an bû vejîna rojnamegeriyê li Rojava’

Dilşand Cûdî da zanîn ku li Suriyeyê cara yekem di havîna 2007’an de konferasa rojnamegerên kurd hat lidarxistin û wiha axivî, “Ev konferans bû vejîna rojnamegeriya Kurd li Rojava. 30 kes tevlî konferansê bûn. Cih nebû ku lê bicivin. Herî dawî me malek li Dirbêsiyê dît. Me hevalên xwe du bi du li erebeyên cuda siwar kirin û şandin gund. Xwediyê malê jî xwe nexweş kir, ji bo bêje ev hatine serdana nexweş. Em di havîna 2007‘an de civiyan heta derengî şevê. Me li wir xwe bi rêxistin kir.”

 ‘Piştî me xwe bi rêxistin kir, zextên rejîmê zêde bûn’

Dilşand Cûdî destnîşan kir ku piştî konferansa wan xebatên pêşketin û gotinên xwe wiha berdewam kir, “Piştî xebatên me pêşketin zextên rejîmê jî zêde bûn. Ji me herkes carekî ket girtîgehê. Ji çalakvan û herkesî zêdetir êşkence û zext li me dikirin. Dîsa jî me bi îrade û israra xwe bi kamerayên xwe li hemberî çekên wan şer dikir. Wan jî dizanî em kiryarên wan eşkere dikin bi ser me de dihatin.” Dilşad diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava 2011’an wan li ser mirasên rojnamegeriyê bingeh ji rojnamegeriya kurd a li Rojava re danî, ji Ewrûpa û Bakûrê Kurdistanê kesên rojnameger anîn,  perwerde vekirin û wiha got, “Me wê demê zanî ku em ne rojnameger, em tenê çavkanî bûn.”

‘Min wê rojê zanî berxwedana bi salan gihişt armanca xwe’

Rodî encamên berxwedana bi salan wiha anî ziman, “Piştî şoreşê rêxistina me zêde bû. Niha ajans, rojname û TV’yên me hene. Carekî ez ji Şamê hatim Qamişlo, gelê Nisêbînê ser sinor re alîkarî ji gelê Rojava re anî. Min kameraya xwe girt, di gel logoya Ronahî TV,  çûm ser sinor. Sinor di destê Rejîmê de bû. Fermandarekê pirsî tûyê herî ku, min got ez rojnamevan im ez ê herim ser sinor. Wî jî got ‘başe, keremke, ka min jî bikişîne’. Min wê rojê zanî ku berxwedan bi salan a bi encam bû.”Dilşand Cûdî jî rewşa rojnamegeriya kurd a li Rojava wiha nirxand, “Niha Tv, rojname û ajansên me hene. Bi sedan xebatkar hene. Ev ji min re wek xwen bû.”

‘Lê ne bes e, êrîş li ser gelê Kurd berdewam in’

Rodî dawiya gotinên xwe de diyar kir ku niha hîn jî êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin û wiha got, “Ji ber wê jî divê em baştir bixebitin. Divê em karibin bibin bersiv ji êrîşên ser kurdan re. Dîsa zextên li ser rojnamevanên Bakûr û Başûrê Kurdistan jî berdewam in. Divê rojnamegerên kurd ên dibêjin em bê alîne, bizivirin aliyê civaka xwe. Ji ber hişmendiya tunekirinê ne tenê ji bo parçeyek yê Kurdistanê ye. Armanc tunekirina hemû kurda ne.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku rojnameya destpêkê Kurdistan ku bi kurdî bû, di 22’ê Nîsana 1898’an li Qahîrê ji aliyê Miqdat Mîdhet Bedirxan ve hat derxistin. Mîqdat  ji ber zordariya dewleta Osmanî tenê karîbû 5 hêjmaran derbixe. Piştî wî Birayê wî Ebdurehman Bedirxan derxistina rojnameyê berdewam kir. Ji ber zextên dewleta Osmanî Ebdurehman nekarî li Qahîrê berdewam bike, lewma jî li Siwîsre û Îngilîztanê berdewam kir. Rojnameya Kurdistan serhev 31 hêjmar derketin.  Piştî 75 sal 22’ê Nîsanê di sala 1973’an li Başûrê Kurdistan weke Roja Rojnamegeriya Kurd hat îlankirin.

ANHA