Xwendekarên Zanîngehê destek dan çalakiya kolberên Rojhilatê Kurdistanê 

Çalakiya boykotê ya kolber, kasibkar û esnafên li Rojhilatê Kurdistanê 8 roj in dewam dike. Xwendekarên Zanîngeha Merîwanê jî destek dan çalakiyê.

Xwendekarên Zanîngehê destek dan çalakiya kolberên Rojhilatê Kurdistanê 
22 nîsan, 2018   07:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekaran li Zanîngeha Peyamî Nûrî ya Merîwanê daxuyanî dan û piştgirî dan çalakiya kolber, kasibkar û esnafên Rojhilatê Kurdistanê ku 8 roj in didomînin.

Xwendekarên li zanîngehê li hev civiyan ji rejîma Îranê xwestin ku bersivê bidin daxwazên kolber, kasibkar û esnafan.

Hêzên rejîma Îranê salên dawî bi hezaran kolber û kasibkar li ser sînor kuştin û bi girtina deriyên sînor re kirin ku bi sed hezaran mirov bê kar bimînin.

Xwendekaran dirûşmên "Na ji girtina sînor re", "Grev wê bidome", "Heta serketinê wê çalakî bidome" qîriyan.

Li bajarên Ciwanro, Banê, Merîwan, Bokan, Mehabad, Seqiz, Serdeşt û Pîranşarê yên Rojhilatê Kurdistanê, kolber, kasibkar û esnaf 8 roj in çalakiya boykotê dikin.

(kc)