Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan

Ji bo gihandina dengê rastiyê û şopandina şoreşa Rojav û Bakurê Sûriyê, bê navber dixebitin. Di qadên şer de, rastiya berxwedana li dijî çeteyan û dagirkeran ji raya giştî ya cîhanê re eşkere dikirin. Raya azadiyê şopandin û bûn sembola raghandina azad û heqîqetê.

Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
Rojnamevanên ku muhra xwe li dîroka çapemeniya azad a Rojava dan
22 nîsan, 2018   05:36

ALVA OSÊ / NAVENDA NÛÇEYAN

Di şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê de, ajansa me(Ajansa Nûçeyan a Hawarê) bi rêya belavkirina nûçegihanên xwe li tevahiya herêmên Bakurê Sûriyê, Şam, Heleb û hin dewletên cîhanê, rêya raghandina azad û demokratîk ji xwe re esas girt û bû dengê şoreşa gelan li Bakurê Sûriyê û Rojava û bûyerên şoreşê kêlî bi kêlî ji cîhanê re radighîne. Di oxira şoreşê de, sê nûçegihanên ajansa me(Dilîşan Îbiş, Rizgar Adanemîn û Hogir Mihemed), nûçeihanekî Ronahî TV û gelek endamên Raghandina YPG û YPJ`ê gihîştin asta şehadetê û li peyî xwe mîrasa raghandina azad û demokratîk hîştin.

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, me dosyek derbarê her sê şehîdên ajansa xwe û hemû şehîdên raghandina azad, amade kir.

Dilîşan di oxira ragihandina dengê rastiyê de şehîd bû

Hevrê Dilîşan Îbiş di 26′ê Îlona sala 1993′yan de li bajarê Kobanê ji dayîk bûye. Dilîşan di malbateke welatparêz ku ji 9 kesan (7 keç û du kur) de pêk tê de hate dinê. Di malê de ew zaroka herî biçûk bû. Malbata wê ji salên 80′î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û di nava xebatên tekoşînê de cih girtine.

Hevrê Dilîşan ji zarokatiya xwe ve xwedî kesayeteke zindî, dilnizmî bû. Hezkirina xwe ji derdorê re dihat nasîn. Wê pir ji dayîk, bav, xwîşk û birayên xwe hez dikir. 

Dilîşan di sala 1999′an de li dibistana seretayî ya El-Muhdîse ya bajarê Kobanê dest bi xwendinê kir. Ew bi aramî û ruhê xwe yê xweş dihat nasîn. Di xwendinê de jîr bû, vê yekê hişt ku heval û mamosteyên wê jê hez bikin. Dilîşan xwendina xwe li dibistanên navîn a Xensaa û dibistana amadeyî ya Şeriye domand. Li dibistanê bi exlaq, zindîbûyîn û hezkirina xwe ji hevalên xwe re dihat nasîn. 

Piştî ku dibistana amadeyî bi dawî kir, di sala 2011′an berê xwe da bajarê Helebê da xwendina xwe bidomîne. Li wir peymangeha Rêvebirina Karûbaran li zanîngeha Helebê xwend. Di sala duyemîn de ango sala 2012′an de dîsa vegeriya bajarê Kobanê. Wê demê tevlî xebatên Konfederasyona Xwendekarên Kurd bû. 

Ji wê demê ve Dilîşan beşdarî hemû meş û çalakiyên ku ji bo azadiyê û hilweşandina rêjîma Baas li bajarê Kobanê dihatin organîzkirin, bû. Dema ku li Kobanê şoreşa Rojava di 19′ê Tîrmeha sala 2012′an de destpê kir, Dilîşan di şahiya azadiyê û derxistina rêjîma Baas ji bajar de amade bû û kêliyên azad bi hevalên xwe re jiyan kirin.

Piştî Kobanê ji êrjîma Bass hate rizgarkirin, Dilîşan têkoşîna xwe xurtir kir û dest bi rêxistinkirina xwendekaran kir. 

Dengê şoreşê ragihand

Piştî ku radyo Dengê Kobanê di 11′ê Cotmeha sala 2012′an de vebû, Dilîşan di sala 2013′an de beşdarî xebatên ragihandinê bû û di radyo de cih girt, da rastiya şoreşa Rojava ji tevahî cîhanê re ragihîne Dilîşan pêşkêşvaniya bûletenên Erebî kir.

Dest bi nûçegihaniya şer kir

Dema ku gundewarên rojhilatê Kobanê û bajarê Girê Spî û gundên wê di salvegera yekem a şoreşa 19′ê Tîrmehê de rastî êrîşên çeteyên DAIŞ′ê û Cebhet El-Nusra hatin, Dilîşan dest bi nûçegihaniya şer kir. Berê xwe da eniyên berxwedanê û destaneyên ku şervanên azadiyê li qadên şer têne nivîsandin, ragihand. Her wiha seferberiya gel a ber bi çeperên şer ve şopand û derbarê qehremaniya ku dihat kirin de gelek bername amade kirin. 

Piştî nûçegihaniya şer, Dilîşan dest bi amadekirin û pêşkêşkirina programên siyasî kir. Li gel pêşkêşkirina programan, hevalên xwe yên radyo perwerde dikirin. 

Dema ku çeteyên DAIŞ′ê di 15′ê Îlona sala 2014′an de êrîşî Kantona Kobanê kirin, Dilîşan çeperên şer ên rojhilat, rojava û başûrê Kobanê şopandin û pêşkêşiya programên siyasî didomandin.

Heta kêliya dawî li ber xwe da

Dilîşan û hevalên xwe di dema êrîşên çeteyan de li radyoyê xebata xwe domandin. Dema ku çete kêmî kîlometreyekê nêzî navenda radyo ya 5 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê bûn, Dilîşan û hevalên xwe neçar man ku ji navendê derkevin û li bajarê Kobanê dest bi weşanê bikin. Dema ku çete derbasî bajêr bûn jî, di 5′ê Cotmeha sala 2014′an de Dilîşan tevî hejmareke mezin a rojnamevanan ji bajar ber bi Bakurê Kurdistanê ve hatin veguhestin.

Dema Dilîşan û hevalên xwe sînor derbas kirin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin û li stadeke sporê ya girtî hatin bicihkirin. Wê demê Dilîşan û hevalên xwe 13 rojan ketin gireva birçîbûnê. Ji ber vê dewleta Tirk neçar bû ku wan serbest berde û Dilîşan hat Kantona Cizîrê. 

Dengê Kobanê jinûve ava kir

Hevrê Dilîşan piştî ku gihîşte Kantona Cizîrê destpêka meha Mijdara 2014′an têkoşîna xwe berdewam kir û li bajarê Qamişlo tevlî xebatên radyo ″Dengê Cûdî″bû. Li bendê bû ku Kobanê rizgar bibe, da radyo ″Dengê Kobanê″ ji nû ve ava bike. Hîna pîrozbahiyên rizgarkirina Kobanê geş bû Delîşan vegeriya xaka xwe ya pîroz. Piştre girûpeke ciwanan bênavber perwerde kir û radyo ″Dengê Kobane″ ku hêviya gelê Kobanê û Bakurê Kurdistanê bû, di 13′ê Adara 2015′an de bi keda wê dîsa dest bi weşanê kir.

Ruhê gelê Kobanê bi weşana radyo ″Dengê Kobanê″ re geş bû. Êdî Dilîşan di berbanga sibehê de bi dengê xwe yê nazlîn ji gelê Kobanê, Bakurê Kurdistanê û şervanên YPG/YPJ′ê re digot:ʺRoj başʺ.

Ji xebatên radyo derbasî nûçegîhaniyê bû

Lêgerînên hevrê Dilîşan ên nûçegîhaniyê û bûyîna dengê rastiyê zêdetir bûn. Berî ku derbasî xebatên ajansa me (ANHA) bibe ji televizyona Ronahî TV re nûçegîhanî kir. Tevlî hemleya rizgarkirina Sirîn, Hemleya Şehîd Gelhat, Minbic, Reqa û herî dawiyê Pêngava Bagera Cizîrê bû. 

Hevrê Dilîşan Îbiş, Rizgar Denîz û Hogir Mihemed li kêleka şervanên QSD′ê Pêngava Bagera Cizîrê dişopandin. Di roja 12′ê Cotmehê de hersê nûçegîhanên me berê xwe dan qada Xurafî (ya dikeve navbera Heseke û Dêrazorê de) ku sivîlên ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar bûne lê bi cih bûn û rewşa wan şopandin. Çeteyên DAIŞ′ê firset nedan ku ew sivîlên rizgarkirî bihna xwe berdin û bi du erebeyên teqemeniyê êrîşî sivîlan kirin.

Di encamê de komkujiyeke hovane herêmê pêk hat. Hersê nûçegîhanên me jî di nava komkujiyê de bûn. Hevrê Dilîşan ku li êş û azarên sivîlan guhdar dikir û ew roj dikir belgeyekî dîrokî, şehîd bû, Rizgar Denîz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn. Heta niha hatiye tesbîtkirin ku 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 73 sivîl jî birîndar bûne. Tê tê gotin ku bi dehan kuştî û birîndar hene.

Dilîşan Îbiş ku parçeyek ji berxwedaniya Kobanê bû biryar dabû ku bi nasnameya nûçegîhaniyê xizmeta gelê xwe bike. Dildara welatê xwe bû, dosta hevalên xwe bû, mamosteya şagirtên xwe bû û evîndara karê xwe bû. Ew jî yek ji nûçegîhanên şoreşa Rojava bû û dema ku nûçegîhaniya şer dikir, bi lehengî şehîd bû.

Rizgar Denîz.. şehîdê lêgerîna rastiyê ye

Rizgar Adanmiş di 19'ê Sibata 1991'an de li Sêrtê ya herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe û di nava malbateke welatparêz li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de mezin dibe. Malbata têkoşer Rizgar Adanmiş weke sedan malbatên herêma Botanê rastî hovîtiya dewleta Tirk hat. Di encamê de malbat neçarî koçberiyê hate kirin û di sala 1996'an de berê xwe dane Başûrê Kurdistanê, piştî ku di nava gelek kampên koçberiyê de hatin veguhestin. Di dawiyê de malbata ku hikûmeta Tirkiyeyê koçber kiribû, di kampa Şehîd Rustem Cûdî de ya Maxmûrê ya 240 km bakurê paytexta Îraqê Bexdayê dikeve, malbat bi cih dibe.

Di sala 1996'an de dema ku malbata têkoşer Rizgar Denîz gihîşt Başûrê Kurdistanê rewşeke gelekî dijwar jiyan kir, nemaze ji ber ku kampa têde hatiye bicihkirin beyarek bû û ti alîkarî bi wan re nehat kirin. Têkoşer Rizgar ji zaroktiya xwe ve rewşa derdora xwe nas dikir û hovîtiya li dijî malbata wî û bi sedan malbatên din jiyan kir û her tim pirsa sedema vê hovîtiyê dikir.

Weke tê zanîn taybetmendiya gelê Kurd berxwedan e, li ser vê yekê koçberan tavilê di kampa Maxmûrê de dibistan vekirin û dest bi perwerdehiya zaorkan kirin, tevî ku di wê demê de rewşa ku têre derbas dibûn gelekî dijwar bû. Têkoşer Rizgar Adanmiş beşdarî dibistanê dibe û ji refa yekemîn heta sêyemîn di dibistana seretayî ya Nûrî Dêrsimî de dixwîne û paşê jî dibistana xwe ya seretayî di dibistana Qere Sengor de berdewam dike.

Têkoşer Rizgar ji zaroktiya xwe ve bi çalakbûyîn û rûyê xwe yê biken dihat nasîn, nemaze di xwendina xwe de jî serkeftî bû û vê yekê hişt ku di nava dost û hevalên xwe de gelekî were hezkirin. Têkoşer Rizgar her wiha gelekî girêdayî rastiyê bû û li dijî derew û xiyanetê dixebitî.

Têkoşer Rizgar dibistana xwe ya navîn û amadeyî li dibistana Şehîd Koçerî bi dawî kir û di van salên xwendina xwe de gelek dostanên xwe di nava welatiyên kampê de çêkirin û êdî ji aliyê hemû welatiyên kampê ve dihat nasîn. Danûstandin û pirsên têkoşer Rizgar bi welatiyan re her tim zêde bûn. Peywendiya têkoşer Rizgar heta xala dawî ya şehadetê bi welatiyên kampê re berdewam bû.

Piştî ku têkoşer Rizgar dibistana xwe ya amadeyî bi dawî dike, berê xwe dide zanîngeha Selahedîn a bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê û di sala 2010'an de dest bi xwendina xwe ya fakûlteya Raginandinê dike û di sala 2013'an de xwendina xwe bi dawî dike. Li gorî ku têkoşer Rizgar ji dost û hevalên xwe re gotibû, sedema pejirandina wî ji beşê ragihandinê re ew e ku desthilatdariya li ser gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê bi taybet desthilatdariya Tirkiyeyê ku di encama wê de malbata wî koçber bûye, bicerisîne û rastiya gelê Kurd ji cîhanê re ragihîne.

Têkoşer Rizgar baş nas dikir ku ew ê bi riya ragihandinê bikaribe rastiya gelê xwe yê berxwedêr vebêje û desthilatdarî û zulma ku li ser gelê Kurd tê meşandin bicerisîne, ji ber vê yekê di xwendina xwe ya beşê ragihandinê de bi israr bû û beriya xwendina xwe bi dawî bike di sala 2012'an de beşdarî saziyên ragihandinê yên Maxmûrê dibe û dest bi şopandina çalakiyên ku di kampê de dihatin lidarxistin kir.

Têkoşer Rizgar beriya ku zanîngeha xwe bi dawî bike bi têkoşer Sakîne Cansiz re dicive, beriya ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê di komployekê de tê şehîdxistin. Têkoşer Rizgar di vê hevdîtina xwe de bi kesayeta jinên Kurd ên berxwedêr gelekî bi bandor dibe û li ser vê bingehê dest bi xwendina berhemên têkoşer Sakîne Cansiz dike û naskirina xwe ji felsefeya azadiya jinan re bêtir dike û ji ber vê yekê cûda ciwanên derdora xwe bû û bi çanda kapîtalîstê bi bandor nebibû, lê belê dildarê azadiya jinan bû û ji bo wê têdikoşiya.

Piştî ku têkoşer Rizgar zanîngeha xwe bi dawî dike, xebatên xwe yên girêdayê ragihandina azad zêde dike û rêgez û armancên wê bêtir nas dike, li rex vê yekê bi israr dixwaze rola xwe di ragihandina azad de bilîze û rastiyê eşkere bike. Li ser vê bingehê di havîna 2013'an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û beşdarî perwerdeya Ekîn Cûmalî ya akademiya Gurbetelî Arsos ya ragihandinê dibe.

Têkoşer Rizgar di hemû xebatên xwe de gelekî çalak bû û ji xwendinê gelekî hez dikir û lêgerîna xwe di çarçoveya pêşxistina rojnamegeriya xwe de gelekî zêde bû, her wiha rewşa siyasî û civakî dişopand. Têkoşer Rizgar her tim hewl dida siyasetên qirêj ên li dijî gelê Kurd bicerisîne, bi taybet ji ber ku ew bi xwe di nava malbateke Bakurê Kurdistanê de rastî van siyasetên qirêj hat û bi darê zorê hatiye koçberkirin.

Têkoşer Rizgar dewreya perwerdeyê ya Ekîn Cûmalî ya akademiya Gurbetelî Arsos piştî sê mehan bi dawî dike û dîsa vedigere kampa Maxmûrê û li vir bi awayek bêtir pispor li rex rojnameger Denîz Ferat ku di 9'ê Tebaxa 2014'an de dema ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li dijî kampa Maxmûrê dişopand şehîd ketiye, beşdarî xebatên ragihandina azad dibe.

Têkoşer Rizgar bi kesayeta rojnameger Denîz Ferat gelekî bi bandor dibe, nemaze di heman malbatê de bi hevûdu re mezin dibin, ango hevxwîşka wî ye û li ser şêwra têkoşer Denîz ku her tim weke mamosteyê xwe yê ragihandinê binav dikir, berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê da ku karibe şoreşa gelê Kurd ji nêz ve bişopîne. Di wê demê de têkoşer Denîz jêdixwaze ku bi berpirsyarî xebatên xwe yên rojnamegeriyê bide meşandin û weke rojnamegerekî serkeftî bi pênûs û kamîreya xwe geşedanên şoreşê belge bike. Li ser vê bingehê têkoşer Rizgar bê dudilî berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê.

Têkoşer Rizgar dema ku digihêje Rojava di Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê de weke nûçegihan û edîtor cihê xwe digire. Dema ku nûçeya şehadeta têkoşer Denzî Ferat li ser destên çeteyên DAIŞ'ê dibihîse gelekî bihêrs dibe û coşa wî ji bo riswakirina hêzên tarî yên alîkariya DAIŞ'ê dikin zêde dibe û li ser vê yekê dest bi pêkanîna wesiyeta têkoşer Denîz Ferat dike.

Hezkirina têkoşer Rizgar ji bajarê Amedê re gelekî zêde bû û her tim behsa wê dikir û di got hêviya wî ew Amedê bibîne, li ser vê dawazê di sala 2015'an de sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de derbas dike û berê xwe dide bajarê Amedê û li vir serdana keleh, sûr û gelek deverên bajêr dike.

Têkoşer Rizgar piştî ku hesreta dilê xwe ya serdana bajarê Amedê dişkîne dîsa vedigere Rojava û di vê derbarê de wiha gotibû: "Beriya ku ez bimirim min hêviya xwe ya serdana Amedê pêk anî." Her wiha destnîşan kir ku ew dixwaze xebatên xwe yên rojnamegeriyê li Bakurê Kurdistanê bimeşîne û desthilatdariya hikûmeta Tirkiyeyê li ser gelê Kurd bicerisîne û her tim digot ku bi xebatên xwe yên rojnamegeriyê herî kêm dê beşekî ji êşa gelê Kurd ku ji ber hovîtiya hikûmetên Tirkiyeyê yên li pey hev jiyan dike, ragihîne.

Têkoşer Rizgar dema ku weke nûçegihanê ANHA'yê li bajarê Qamişlo dixebitî gelek dost û hevalên xwe li bajarê Qamişlo çêkirin û dema ku çalakiyek dişopand hemû nasên wî berê xwe didan wî û her tim bi rûkenî pêşwaziya hevalên xwe dikir.

Di derbarê xebata wî ya li Qamişlo de têkoşer Rizgar wiha digot: "Ez gelekî ji bajarê Qamişlo hezdikim ji ber ku şehîd Berxwedan bi bîra min tîne (Şivan Îsmaîl ku di 25'ê Kanûna 2014'an de li gundê Ebû Qesayêb a gundewarê Qamişlo şehîd dikeve)".

Piştî ku hevxwîşka wî rojnameger Denîz Ferat di Tebaxa 2014'an de şehîd dikeve, têkoşer Rizgar bi israr di destpêka sala 2015'an de berê xwe dide Şengalê û ji bo kanala ezmanî Çira TV nûçegihantiyê dike û berxwedana şervanan li dijî çeteyên DAIŞ'ê radigihîne.

Têkoşer Rizgar şahidê berxwedana rizgarkirina bajarê Şengalê bû ku di Mijdara 2015'an de ji destên çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin û têkoşer Rizgar bi deng û dîmen şahiya rizgarkirinê ji giştî gelê Kurd re ragihand.

Têkoşer Rizgar ji zaroktiya xwe ve ji xiyanetê nefret dikir û li ser vê bingehê di derbarê dîroka Kurdî û xiyanetiyên bi serê Kurdan hatine de lêkolîn dikir, her wiha ji ber êrîşên pêşmergeyên Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) li dijî gelê Şengalê gelekî dilxemgîn bû û evan êrîş jî ragihandin û keysbaziya PDK'ê her tim eşkere dikir.

Têkoşer Rizgar her tim dilsozê hevalên xwe bû û gelekî alîkariya wan dikir. Dema ku berxwedana Şengalê jî dişopand, li hemberî fermana li dijî pêkhateya Êzdî gelekî dilbiêş bû û li ser vê yekê dîrok û rastiya ola Êzdî lêkolîn dikir.

Di buhara 2017'an de têkoşer Rizgar careke din berê xwe dide Rojava û xebatên xwe yên rojnamegeriyê li vir berdewam dike, di wê demê de tavilê berê xwe dide herêma Reqayê û xebatên berxwedana rizgarkirina bajarê Reqayê radigihîne û li vir nûçegihantiya kanala ezmanî ya Stêrk TV dike. Di destpêka meha Îlûnê de dîsa vedigere Ajansa ANHA'yê û xebatên xwe yên rojnamegeriyê berdewam dike.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundewarê rojhilatê Dêrazorê di 9'ê Îlûna 2017'an de hemleya Bagera Cizîrê dest pê dike, têkoşer Rizgar bi israr berê xwe dide herêma Dêrazorê û berxwedana rizgarkirinê li eniyên herî pêşîn ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê radigihîne û hemleya Bagera Cizîrê gav bi gav dişopîne.

Di 12'ê Cotmehê de, dema ku welatiyên sivîl ber bi herêmên rizgarkirî ve dihatin û bi hevkariya şervanên QSD'ê xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikirin, nûçegihanên Ajansa ANHA'yê Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, ji bo rewşa van koçberan bişopînin, berê xwe dan riya "Xerafî" ya di navbera Dêrazor û Hesekê de. Li vir çeteyên DAIŞ'ê du siwareyên bombebarkirî teqandin. Di encama teqînê de nûçegihana ANHA'yê Dilîşan Îbiş şehîd ket û herdu nûçegihanên din Hogir Mihemed û Rizgar Denîz bi giranî birîndar dibin. Tevî hemû xebatên bijîşkan di 14'ê Cotmehê de nûçegihan Hogir Mihemed jî şehîd dikeve. Lê nûçegihan Rizgar Denîz di nexweşxaneyên Hesekê û paşê Qamişlo û paşê Dîmeşqê tê dermankirin.

Di şeva 18'ê Cotmehê de tevî hemû hewldanên bijîşkan rojnameger Rizgar Denîz jî ji ber birîna xwe şehîd dikeve mîrasekî ji têkoşîna lêgerîna rastiyê li ser riya azadiya gelê xwe li pey xwe dihêle.

Hogir ji bo têkoşînê heqîqetê canê xwe feda kir

Rojnamevan Hogir Mihemed parçeyek ji şoreşa Rojava bû. Hem weke leşker hem weke rojnamevan cihê xwe di nava hemleyan de girt û di encama tekoşîna ji bo heqîqetê canê xwe feda kir.

Hogir Mihemed di sala 1991`an de li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji dayîk bû. Malbata wî di salên notî de Tevgera Azadiya Gelê Kurd dinasin, apê wî Cûma Mihemed (Roşer Menal) tevlî Tevgera Azadiyê dibe û sala 1994`an li herêma Garzanê çiyayê Kurdistanê şehîd dibe. Niha jî du birayên wî ciyê xwe di nava refên YPG`ê de digrin û birayê siyem jî di nava hêzên Asayîşê de ye. Hogir jî di şert û mercên gelê kurd li hemberî dagirkeriyê dest bi têkoşînê kiriye, mezin dibe.

Rojnamevan Hogir li dibistana Axir Zeman a gundê Xirbe Xedîr dixwîne. Ji xwendine hezdike û zîreke. Nikare berdewam bike û ji bo bi bavê xwe re bibe alîkar dev ji dibistana xwe berdide û bi çandiniyê re mijûl dibe.

2011`an tevlî şoreşê dibe

Hogir di 20 saliya xwe de mîna bihezaran keç û xortên Rojava di destpêka şoreşê de cihê xwe di nava têkoşîne de girt. Tevlî YPG`ê bû, ajokerekî zîrek bû û çek û cebilxane dighande hevalên xwe yên li eniyên şer. Têkoşîna wî ji Serekaniyê destpê kir û herî dawî weke nûçegîhanekî tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bû.

Bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê re 12`ê cotmehê bi sedan şêniyên Dêrazorê ji ber zilma rejîma Baas a Sûriyê û çeteyên DIAŞ`ê berê xwe dan herêmên rizgarkirî yên di bin ewlehiya QSD`ê de. Sivîlên rizgarkirî nêzî riya Xerafî ya Ebû Fas di navbera Dêrazor û Heseke de diman. Nûçegîhanê me Hogir Mihemed, Dilîşan Îbiş û Rizgar Denîz berê xwe dan sivîlên rizgarkirî û hewldan dengê wan koçberan  ji raya giştî re raghînin.

Çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrîşî sivîlan kirin. Du erebeyên bombebarkirî bi sivîlan de teqandin û di encamê de bi dehan sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji destdan. Her wiha nûçegîhanên me Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş şehîd bûn û Rizgar Denîz jî birîndar bû.

Ji aliyekî din ve jî di oxira raghandina heqîqetê gelek rojnamevan li Rojava û Bakurê Sûriyê şehîd bûn. Navên wan wiha ne:

*Şehîd Mustefa Mihemed Şukrî: Nûçegihanê Ronahî TV û Endamê Yekîtiya Raghandina Azad bû. Di 13`ê Tîrmeha 2016`an di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de birîndar bû û di 18`ê Tîrmeha heman sale de li nexweşxaneya Qamişlo şehîd bû.

*Aram Mihemed Abdullah (Aram Can): Endamê Raghandina YPG`ê bû, di 2`ê Hizêrana 2016`an de li navçeya Ebû Qelqel di Hemleya Rizgarkirina Minbicê de şehîd bû.

*Salih Seydo(Rûstem Çîlo):Endamê Raghandina YPG`ê bû, di 11`ê Mijdara 2016`an de, di topbarana artêşa a Tirk a dagirker li ser herêmên Şehbayê bû.

*Ehmed Sedo(Mezlûm Bagok): Endamê Raghandina YPG`ê bû, di 28`ê Îlona 2014`an di vekirina korîdorê mirovahî yê din navbera Rojava û Şengalê de şehîd bû.

*Kadar Xelef(Rêwan Zagros): Endamê Raghandina YPG`ê bû, di 21`ê kanûna 2014`an de li gundê Filistin yê girêdayî bajaroka Ceza şehîd bû.

*Meryem Mihemed(Agirî Yilmaz): Endama Raghandina YPJ`ê bû, di 13`ê Nîsana 2015`an de di pêngava rizgarkirina gundên Kobanê li gundê Xanmamed ê girêdayî Kobanê şehîd bû.

*Ahîn Fayiq(Arîn Cûdî): Endama Raghandina YPJ`ê bû , di 31`ê Çileya 2016`an de di encama teqîna mayînekê de li herêma El-Hol a girêdayî Hesekê şehîd bû.

*Ronahî Umer(Eylûl Nûhilat): Endama Raghandina YPG û YPJ`ê bû, di 20`ê Mijdara 2016 di encama topbarana artêşa Tirk li ser herêmên Şehbayê şehîd bû.

*Xerîb Reşo(Xerîb Welat): Yek ji damezrînerê Navenda Raghandina YPG`ê bû, di 21`ê Nîsana 2017`an de di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû.

*Rîm Xişman(Şîlan Botan): Endama Raghandina YPG û YPJ`ê bû, di 25`ê Nîsana 2017`an de di êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Çiyayê Qereçox ê herêma Dêrikê de şehîd bû.

*Ehmed Hesen Hemo (Rîwan Kinco): Endamê Raghandina YPG`ê bû, di 25`ê Nîsana 2017`an de di êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Çiyayê Qereçox ê herêma Dêrikê de şehîd bû.

*Heqî Celal Hesen(Heqî Bagok): Endamê Raghandinba YPG`ê bû, di 25`ê Nîsana 2017`an de di êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Çiyayê Qereçox ê herêma Dêrikê de şehîd bû.

*Ocalan Ehmed(Tolhildan Welat): Endamê Raghandina YPG`ê bû, di 22`ê Çileya 2018`an de, di encama êrîşên hewayî yên dagirkeriya Tirk li ser herêma Efrînê de şehîd bû.

*Mihemed Aksoyî(Fîras Dax):Endamê Raghandina YPG`ê bû, li gundê El-Bîstan ê girêdayî Merş ê Bakurê Kurdistanê jidayîk bûye. Biçûkiya xwe de tevî malbatê berê xwe dide Birêtaniyê. Di 26`ê Îlona 2017`an de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû.

*Rohînda Efrîn: Endama Raghandina YPJ`ê bû, di Berxwedana Serdemê ya Efrînê li navenda herêma Cindirêsê şehîd bû.

(kc)

ANHA