Derar: Amerîkayê Astana red kir, dê Tirkiye jî vegere hembêza NATOʹyê

Hevserokê MSDʹê Riyad Derar da zanîn ku armanca ji êrîşa sê alî (Amerîka, Fransa û Birîtanya) ya hedefgirtina Şamê, nîşaneya redkirina çareseriyên di Astanayê de hatin destnîşankirin e. 

Derar: Amerîkayê Astana red kir, dê Tirkiye jî vegere hembêza NATOʹyê
22 nîsan, 2018   05:27

HOGIR NECAR – AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN 

ANHAʹyê derbarê êrîşa hawayî ya sê alî ya ku paytexta Sûriyeyê Şamê hedef girt de, bi Hevserokê MSDʹê Riyad Derar re hevdîtin pêk anî. 

Hevdîtin wiha ye: 

*Beriya demekê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ji Xûtaya Rojhilat û bajarokên Şamê hatin derxistin û ev herêm hatin radestkirin. Gelo ev radestkirin çawa pêk hat û armanca jê çibû?

Ev radestkirin bi koordîneya di navbera Tirkiye-Rûsya û Îranê de pêk hat. Armanca ji yekê ew e ku komên çete ji herêmên Xûta û Qelemon ber bi Idlib û Cerabulsê ve bêne rêkirin. Li hemberî wê jî Îran destûr bide ku dewleta Tirk herêmên di bin dagirkeriya xwe de fireh bike. Wekî em dizanin, destûr nehat dayîn ku dewleta Tirk derbasî Til Rifet bibe. Ev yek nakokiya di navbera dewletên grantor de nîşan dide. Radestkirina Xûtaya Rojhilat jî sînaryoya Helebê dubare kir.

Armanca Tirkiyeyê ew e ku kantoneke îslamî ava bike û hemû komên îslamî yên radîkal lê bi cih bike. Tirkiye bi hevkariya Rûsya û bêdengiya Amerîka dest bi êrîşên li ser Efrînê kir. Rûsya xwest di vê rewşê de têkîliyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de rawestîne. Lê ev yek tam pêk nehat, ji ber ku Tirkiye hedefgirtina Şamê piştî bikaranîna madeyên kîmawî erê kir. Ev helwesta Tirkiyeyê dihêle ku têkîliya wê bi Amerîkayê re bidome. Gelê Sûriyê jî buhaya van siyasetan dide.

*Armranca ji êrîşa sê alî ya hedefgirtina Şamê çi bû gelo?

Bi vê êrîşê Amerîka da xuyakirin ku çareserî ne wekî ku Mosko û hevalbendên wê dibînin, yanî çareserî bi riya jinûve xêzkirina sînorê herêman û guhertina demografiyê pêk nayê. Her wiha vê êrîşê nîşan da ku Amerîka çareseriyên di Astanayê de hatin destnîşankirin, red dike. Serokê Fransayê diyar kir ku vê êrîşê hişt ku Tirkiye ji Rûsyayê dûr bikeve. Ji ber ku Tirkiyeyê êrîş erê kir. 

Ev êrîş nîşan dide ku dema Amerîka bixwaze, dikare bike û dikare kesên ku zagonên navneteweyî binpê dikin, ceza bike. 

*Dê ev êrîşê di pêşerojê de çi bandorê li ser aliyên ku dixwazin li Sûriyeyê bigihêjin armancên xwe bike?

Di civînên Astana û Sochi yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyayê de, tu encam nehatin bidestxisitn û aliyên beşdar hatin bermaberî hev. Çi çareserî li ser rû erdê pêk were, divê bejewendiyên Amerîka û Îsraîlê neyên paşguhkirin. Bikaranîna madeyên kîmawî li ser sînorê Îsraîlê ne ji aliyê Amerîka û ne ji aliyê Îsraîlê ve tê qebûlkirin.  

Di vê demê de hewldan têne kirin ku destnûstanên nû bi beşdariya hemû aliyan ji bo aloziya Sûriyeyê pêk werin.

Tirkiye jî dê vegere hembêza NATOʹyê, ji Rûsyayê dûr bikeve li gorî berjewendiyên Amerîkayê tev bigere. Bi vê yekê Tirkiye dikare destkeftiyên nû li ser sînorê xwe misoger bike. 

*Beriya êrîşa sê alî têkîliyên Rûsî-Tirkî baş bûn. Bi nêrîna we êrîş çi bandor li ser têkîliya di navbera herdû aliyan de kir?

Dema Amerîka û Rûsya tên bermaberî hev, Erdogan herî zêde qezec dike û dê dawiyê jî xwe bide aliyê Amerîkayê. Erdogan planên nû li herêmê datîne pêşiya xwe û dê ji Minbicê dest pê bike. Her wiha gefan li noqteyên li Girê Spî û Idlibê jî dixwe. 

Di dawiyê de ez dibêjim, çareserkirina aloziyê ne bi tenê riya şer, lê divê xebatên siyasî û dîplomatîk jî bêne pêşxistin. Divê gelê Bakurê Sûriyê jî her dem hişyar be, ji ber ku dewlet bê hest in. 

(mm)

ANHA