Dagirkeriya Tirk di bin navê îslamê de riya DAIŞʹê dişopîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi heman rêbazê DAIŞʹê kiryarên revandin û tecawizkirina jinan, her wiha talankirina mal û milkên gelê Efrînê êrîşên xwe yên hovane didomînin. Li gel van kiryaran dagirkeriya Tirk desmala seriyan li ser jinan ferz dike û dixwaze gel bixapîne ku ew ola îslamê belav dike.

Dagirkeriya Tirk di bin navê îslamê de riya DAIŞʹê dişopîne
22 nîsan, 2018   05:25

EFRÎN 

Çavkaniyeke herêmî ji bajarê Efrînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di bin navê ola îslamê de desmala seriyan û cilên dirêj li ser jinan ferz dikin. Her wiha destûr nadin ku jin bi tena serê xwe (bêyî ku bav, bira yan jî hevjînê wê pê re be) ji malê derkeve. Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kiryarên hovane yên kuştin, revandin, tecawizkirina jinan, her wiha şewitandin û talankirina mal û milkên gel pêk tînin.

Ev yek dide xuyakirin ku çavkaniya siyasetên dewleta Tirk û DAIŞʹê yek e. 

Armanca dagirkeriya Tirk ji van kiryaran ew e ku gel bixapîne û bide nîşandan ku ew ola îslamê belav dike.

Çeteyên DAİŞ’ê jî bi heman şêwaz û kiryaran li ser gelên Rojhilata Navîn û bi taybet jî li ser bawermendên Êzidî, di bin navê ola îslamê de zilm meşand. Li aliyekî bi zorê Êzidî dikir Misilman, li aliyê din jî jinên Êzidî li bazaran difirot û dikir kole.

Niha jî AKPʹê û çeteyên bermahiyên El-Qayîde, DAIŞ û Nusra ku di bin navê artêşa azad de xwe tevger dikin û êrîşî Efrînê dikin, heman rêbazan bi kar tînin. Ev pêkanîn bi serê xwe eşkere dike ku zihniyeta AKP û DAİŞ-Nusra heman zihniyete, ku li ser gelan faşîzmê ferz dike.   

ANHA