Bi rizgarkirina Reqayê re koçer vegeriyan çanda xwe

Koçerên ku li herêma Reqayê çeteyên DAIŞ’ê derketina xwezayê ji wan re qedexe kiribû, piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê dîsa bi azadî vegeriyan xwezayê û çanda xwe ya koçeriyê berdewam dikin.

Bi rizgarkirina Reqayê re koçer vegeriyan çanda xwe
Bi rizgarkirina Reqayê re koçer vegeriyan çanda xwe
Bi rizgarkirina Reqayê re koçer vegeriyan çanda xwe
Bi rizgarkirina Reqayê re koçer vegeriyan çanda xwe
Bi rizgarkirina Reqayê re koçer vegeriyan çanda xwe
22 nîsan, 2018   05:22

HÊVÎDAR HERANÎ / GIÊ SPÎ

Ev kesên ku jêre koçerên kuçeriyê tên gotin, her bihar bi malbatî çadir û pezên xwe digirin û diçin nava xwezayê. Li nava şînahiya xwezayê de pezê xwe diçêrînin, debara jiyana xwe ji şîr, goşt û hiriya pez dikin. Ev çand li herçar parçeyên Kurdistanê weke kevneşopiyekî tê jiyankirin. Yek ji herêmên çanda koçberiyê lê tê jiyankirin jî herêma Reqayê ye.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de herêma Reqayê dagirkirin,  nehêlan koçer derkevin xwezayê û çanda xwe ya bi sedan sal ji kal û pîrên xwe girtîn berdewam bikin. Koçer nekarîn pez xwedî bikin, gelek zext û zorî ji çeteyên DAIŞ’ê dîtin. Piştî ku herêma Reqayê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, koçeran bi azadî çanda û kevneşopiya koçeriyê berdewam kir.

Koçer niha li herêma Firatê bi cih bûne, bi taybet jî li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî bicih bûne. Koçber bi azadî lawirên xwe diçêrînin û çanda xwe berdewam dikin. Kevneşopiya koçeriyê ya ji kal û pîrên xwe fêrbûyîn niha li van herêman jiyan dikin.

Ev çanda ku heta roja îro hatî xwedî kedek mezin û zehmetiye. Koçber sibe ji beriya seet 5 ji xew radibin û pezê xwe dibin çêrê. Piştî 6 seetan jinên bêrî (dotin), berê xwe didin çolê, cihê ku pez lê diçêre. Piştî dotina yekem ji bo dotina duwem, dîsa pez diçêre. Bêrîvan di rojê de du caran diçin bêriyê. Di havînê de ji bo tendûristiya pez û hênikbûnê hiriya pez dibirin. Hiriyê jî ji bo cil, berg û xalîçeyan (berik) bi kartînin. Jiyana koçeran hemû di çadirê de derbaz dibe. Bi malbata xwe re di bin çadiran de dijîn. Di bin çadiran de dizewicin û koçer bi hevre bi awayek civakî  jiyana xwe berdewam dikin.

Jina Koçer Fatma Ehmed ku di nava wê civakê de dijî diyar kir ku keda jinê ya di jiyana koçeriyê de pire û jinê bi çanda koçeriyê dev ji çanda xwe bernedaye.

ANHA