ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2018
22 nîsan, 2018   04:00

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bi boneya salvegera 120ʹemîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Azad şahiya belavkirina xelata Şehîd Mezlûm Bagok organîze dike. Saet 17.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Kongreya Star li Kantona Kobanê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê meşekê li dar dixe. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*TEV-DEM, SYPG û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriye ji bo nirxandina rewşa siyasî li hev dicivin. Seat 16.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Ji bo rastiya erka çapemeniyê pêk bînin yek kêliyê jî gav paş de ne avêtin. Di ramanê wan de derxistina rastiya şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê bingeha jiyana azad bû. Di pêngava şoreşê de tekoşîn kirin û bûn dengê berxwedan û tekoşînê. Rojnemavanên ku riya heqîqetê şopandin û jiyana xwe ji bo wê pêk anîn.

*Welatiyên bajarê Qamişlo bang li partî û rêxistinên Kurdî kirin ku kongreya neteweyî ya Kurdistanî di zûtirîn dem de li dar bixin, da helwesta Kurdî li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî axa Kurdistanê bibe yek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Efrînê diyar kirin ku ew tu carî meclîsa xayînan qebûl nakin û gotin ku ew ê riya şehîdan bişopînin û berxwedanê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Berdevkê nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Almanya Ibrahîm Murad destnîşan kir ku hevdîtinên di dema dawî de bi aliyên Almanî re pêk hatin erênî bûn û da zanîn ku têkîliyên wan bi dewletên Ewrûpî re pêş dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi heman rêbazê DAIŞʹê kiryarên revandin û tecawizkirina jinan, her wiha talankirina mal û milkên gelê Efrînê êrîşên xwe yên hovane didomînin. Li gel van kiryaran dagirkeriya Tirk desmala seriyan li ser jinan ferz dike û dixwaze gel bixapîne ku ew ola îslamê belav dike.

POLÎTÎKA

*Hevserokê MSDʹê Riyad Derar da zanîn ku armanca ji derbeya sêalî (Amerîka, Fransa û Birîtanya) ya hedefgirtina Şamê, nîşaneya redkirina çareseriyên di Astanayê de hatin destnîşankirin e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Dayîka Meryem Bîlal beşdarî xebatên ragihandinê bû, rastiya şoreşê û siyasetên rêjîma Sûrî ji raya giştî re radigihîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Dewleta Tirk a dagirker li tevahiya Sûriyê û bi taybet li beşê wê yê Bakur rêzebinpêkirinan li dijî gelê wê pêk tîne. Sûc û kiryarên wan di çarçoveya binpêkirina hemû qanûnên navdewletî ye. Bi zorê welatiyan dide koçberkirin û dîmografiya herêmê li gorî berjewendiyên xwe dide guhertin.Welatiyên Asya yên eslên wan Tirk in li Sûriyê bi cih dikin û dixwaze di riya wan re armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

CIVAK Û JIYAN

*Piştî ku bajarê Reqayê ji DAIŞʹê hat rizgarkirin, koçer çanda xwe jinûve dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA