Asayîşa PDK’ê êrîş kir, gel hêrsa xwe nîşan da

Bi sedan welatiyên ku ji 8 navendên cuda yên Başûrê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, berê xwe dan herêma Sîdekan, ji aliyê asayîşa PDK’ê vê hatin astengkirin. Endamên asayîşê gule berdan hewa, gel jî bi dirûşmeyan hêrsa xwe anîziman. 

Asayîşa PDK’ê êrîş kir, gel hêrsa xwe nîşan da
Asayîşa PDK’ê êrîş kir, gel hêrsa xwe nîşan da
21 nîsan, 2018   13:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nuçeya ku RojNews derbaskirî de, îro bi sedan kesan berê xwe dan herêma Sîdekan ku bûye hedefa êrîşên artêşa Tirk. Lê asayîşa PDK’ê li hember nerazîbunên gel xwe ranegirt û êrîşî gel kir.

Di çarçoveya çalakiya ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) hatiye organîzekirin de, îro di saetên sibehê de ji 8 navendên cûda yên Başûrê Kurdistanê bi sedan kesan bi wesayîtan berê xwe dan Sîdekan.

Welatiyên ku bi seyareyan ji Silêmanî, Hewlêr, Ranya, Qeladizê, Şarezûr, Kerkûk, Kelar û Qendîlê derketin rê, li gundê Balayan ê girêdayî bajaroka Qesro ya navçeya Çomana Hewlêrê gihîştin hev.

Siyasetmedar û namzet jî di nav de ne

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, Hevserokên Meclîsa Gel a Qendîlê, namzetê parlamenteriyê yê Hewlêrê Aso Mehmud (Hewlêr), namzetê Silêmaniyê Selam Ebdullah û nûnerên gelek rêxistin û saziyan jî tevlî meşê bûne.

Di karwanê seyareyan de alên PKK, Herêma Kurdistanê, RJAK û Tevgera Azadî hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî berxwedana Sidekan”, “Dagirker biçe derve”, “Bijî gerîlla” hati berzkirin. Her wiha wêneyên welatiyên ku di êrîşên artêşa Tirk ên li ser Balayan û Şeladizê de şehîd bibûn hatin bilindkirin.

Welatiyan di her wiha di rê de bi stran û dirûşmeyan daxwaza xwe anî ziman. Li ser rêya ku karwan tê de derbas dibû û rawestgehan jî gel çalakvan pêşwazî kirin û govend gerandin.

Asayîşa PDK’ê destur neda

Piştî ku girse li Balayan kom bû, ji vir jî berê xwe dan herêma Sidekan. Lê dema ku girse gihîşt asayîşa PDK’ê ya bajaroka Qesrê, hatin rawestandin. Asayîşê li vir nehişt ku girse derbas be. Herwiha destur nehat dayîn ku rojnamevan jî karê xwe bikin.

Ferman ji jor hatiye

Li ser navê girseya ku li noqteya asayîşê hat rawestandin, bi rayedarên hevdîtin hatin kirin.  Lê rayedarên asayîşê diyar kirin ku ferman ji jor ji bo wan hatiye û en nikarin destura derbaskirinê bidin. Girseya gel xwest ku derbas bibe û israra xwe anî ziman. Lê asayîşê êrîş kir û gule berdan hewa.

Li ser êrîşa asayîşê girseya gel jî bi keviran bersiv da û dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî HPG” berz kirin.

Piştî astengkirinê girseya gel li nêzî noqteya Asayîşê kom bû. Çav li rê ye ku li vir daxuyaniyek bê dayîn.