Koordînasyona Jinên Herêma Firatê girtina Eyşe Çelîk şermezar kir

Koordînasyona Jinên Herêma Firatê girtina Eyşe Çelîk ji aliyê hikûmeta AKP‘ê ve şermezar kir û bang li saziyên mafên mirovan kir ku derheqê wê de bêdeng nemînin.

Koordînasyona Jinên Herêma Firatê girtina Eyşe Çelîk şermezar kir
21 nîsan, 2018   12:24

KOBANÊ

Koordînasyona Jinên Herêma Firatê derbarê girtina Eyşe Çelîk ji aliyê hikûmeta AKP‘ê ve daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên kantona Kobanê li ber avahiya Rêveber Xweser a kantonê ji aliyê Cîgira Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Hêlîn Hacim ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Careke din dewleta Tirk bi dagirkeriya xwe aşîtiyê dîl digre û mafê mirovan binpê û binçav dike.

Di bin navê dewleta demokrat  û azadîxwaz lê tersî wê tê dîtin û tê jiyankirin, wekî her car mirovekî bi nêrîn û daxwazekî aşîtiyê ku derdikeve holê  winda û binçav dike.

Dewleta ku di rewşa awerte de jiyan dike tu rengê aşîtiyê lê nayê dîtin, êrîşên dewleta  Tirk û binpêkirina mafên mirovan û qirkirina mafê jinê li bakurê kurdistanê  bi teybet jî bi girtina Eyşe Çelîk û  zaroka wê ya şeş mehî ku bangeweziya wê bû bes e ji şer re, bes e ji hêsrên dayîkan re û erê ji bo aşîtiyê ji aliyê AKP`ê  ve hatine girtin.

Bi sûcekî mezin lê her kes dizane Tirkiya di çi rewşê de ye û çi li wir tê qewmandin, Ji bo wê em wekî jinên Herêma Firatê girtina Eyşe Çelîk şermezar dikin û bang li saziyên mafên mirovan û saziyên ji dikin ku derheqê wê de bêdeng nemînin."

ANHA