‘Partiya Sûriyê pêşerojê dê buroyên xwe li hemû parêzgehên Sûriyê vekin‘

Ji endamên Partiya Sûriya ya Pêşerojê tekez kirin buroyên partiyê dê li hemû parêzgehên Sûriyê di nav de Şam jî werin vekirin û deveyî welat vekin û diyar kirin ku ew ne girêdayî ti aliyan in.

‘Partiya Sûriyê pêşerojê dê buroyên xwe li hemû parêzgehên Sûriyê  vekin‘
18 nîsan, 2018   11:22

EMÎNA ELÎ / REQA

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê di 27‘ê Adarê de hate damezirandin. Li gorî rêziknameya partiyê; armanca partiyê çereserkirina aloziya li Sûriyê ye û hemû pêkhateyên Sûriyê di bin yek sîwanê de kom bikin.

Di civîna piştî kongreya damezrîner a partiyê, endamên partiyê diyar kiribûn ku ew ne girêdayîne ti aliyekî ne û dê buroyên xwe li hemû parêzgehên Sûriyê de vekin.

Derbarê mijarê, Endama Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Cela Hemzawî ji ajansa me ANHA`yê re got ku Pariya Sûriyê ya Pêşrojê partiya gelan e û ji bo demokrasiyê têdikoşe.

Cela, her wiha destnîşan kir Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, hêz, îradeya siyasî û rêxistinî temsîl dike û li dijî her fikirên şofonizîm û nejatperestiyê ye û wiha dom kir."Partiya me bi pirrengiya civakê bawer e û azadiya fikirî, modernîteya demokratîk, wekheviya zayendî, pêşxistina rola jin û ciwanan esas digire."

Cela di axaftina xwe de got ku ew hewl didin buroyên xwe li hemû parêzgehên Sûriyê di nava wan paytexa Sûriyê Şam û dewletên derve vekin.

Ji aliyê xwe ve Endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Abdullah El-Eriyan got ku armanca partiya wan aloziya Sûriyê siyasî ne leşkerî çareser bikin û destnîşan kir ku hin alî dixwazin aloziya heyî bi awayekî leşkerî çareşer bikin lê bi ser neketin.

El-Eriyan diyar kir ku partiya Sûriyê ya Pêşerojê ne girêdayî tu aliyan û ev tişt got,"Pariya me partiyeke serbixwe ye. Hemû endamên wê dixwazin bi awayekî siyasî aloziya li Sûriyê çaresr bikin."

Di dawiyê de El-Eriyan got ku pirojeya partiya wan ku bernameyeke aborî, zagonî were dayîn û her wiha hemû mafên mirovan werin diyar kirin û Sûriya bibe dewleteke bi ewle, di nava dewletê de bi yekîtî kar û xebatê bikin û ev tişt anî ziman, "Em hewl didin ku çapemenî bi awayekî azad hemû nerînên xwe belav bikin."

(bx)

ANHA