Kujerên Omer Elûş hatin girtin

Hêzên Ewlekariyê kesên ku Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş qetilkirin, girtin.

Kujerên Omer Elûş hatin girtin
18 nîsan, 2018   11:20

KOBANE

Çavkaniyên taybet agahî dan ajansa me ANHA`ê ku Hêzên Ewlekariyê kesên ku Omer Elûş qetilkirin, girtin.

Li gorî çavkaniyên taybet agahî dan bi wê gurûpe re pere hene û wan ji bo kuştina Omer Elûş pere û talîmat ji istixbaratên Tirkiyê girtine.

Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku hîna lêpirsîn berdewam e.

16`ê adarê Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş ji aliyê gurûpeke ve li navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî hatibû qetilkirin.

(np)

ANHA