HPG: 5 leşkerên Tirk li herêma Barzanê hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiya gerîla ya li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê agahî da.

HPG: 5 leşkerên Tirk li herêma Barzanê hatin kuştin
18 nîsan, 2018   11:14

NAVNEDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya li ser çalakiya 17'ê Nîsanê wiha ye:

"17'ê Nîsanê saet 06:30'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li girê Bayrak ê li herêma Barzanî ya Başûrê Kurdistanê bi cih bûbû çalakiyek kirin. Ji cihekî nêz ve derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de 3 çeper hatin rûxandin û 5 leşkerên dijmin hatin kuştin."