Li Tebqayê êdî jin dozên jin çareser dikin

Li herêma Tebqayê jî pirsgirêkên jin şûna dadgehan jin bi xwe çareser dikin.

Li Tebqayê êdî jin dozên jin çareser dikin
Li Tebqayê êdî jin dozên jin çareser dikin
18 nîsan, 2018   08:57

CÎHAN OMER- XANDÎ ELO/TEBQA

Jin li Tebqayê jî mîna hemû jinên Sûriyeyê di encama sîstema Rejîma Baas a Sûriyê rastî tadê hat, mafê wê hat xwendin û tenê bi mal û xwedîkirina zarokan re sînordar ma.

Piştî ku bajarê Tebqayê 10`ê Gulanê hat rizgarkirin jin destbi xebatên rêxistinî kir. Êdî deriyê li pey azadiyê ketin li pêşiya jin vebû, hem xwe bi riya vekirina saziyan birêxistin kir, hem jî ciyê xwe di giştî saziyên herêma Tebqayê de girt.

Yek ji saziyên ku jin tê de çalak dixebitê Dîwanê Dada Civakî ya Tebqayê ye. Pirsgirkên jin êdî şûna dadgehên dewletê ji aliyê jin bixwe ve têne çareser kirin.

Endama Komîteya Lêpirsîne ya Dîwanê Dada Civakî ya Tebqayê Xade Receb têkildarî xebatên jin di Dîwana Dada Civakî de ji ajansa me (ANHA) re nirxand.

Xade Receb anî ziman ku dozên welatiyan ên ku ji bo Dîwana Dada Civakî hatine rakirin, jin lêpirsîn dike. Piştî ku jin van dozan lêpirsîn dikin, bi awayekî dadwerî çareser dike”.

Her wiha Xada Receb got ku hîna li Tebqayê mêr tadê li jine dike, lêdide û diberde û ew jî hewl didin ku pirsgirkên malbatan çareser bikin.

Xada Receb di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku bi riya çareserkirina jin a dozên civakî jin dibe xwedî hêz û nêrandina civakê ji jin re tê guhertin.

Endamên Meclîsa Jin a Tebqayê jî têkildarî dozên jin weke şêwermend ciyê xwe di Dîwana Dada Civakî ya Tebqayê de digrin.

(np)

ANHA