Êzidîyên Tirbespiyê di roja Çarşema Sor de hêviya azadî û aştî xwestin

Êzidîyên navçeya Tirbespiyê Cejna Çarşema Sor li hemû Êzidîyan pîroz kirin û tekez kirin ku ew ê heta dawiyê destek bidin Êzidîyên Efrînê. Her wiha hêviya azadî û aştî xwestin.

Êzidîyên Tirbespiyê di roja Çarşema Sor de hêviya azadî û aştî xwestin
Êzidîyên Tirbespiyê di roja Çarşema Sor de hêviya azadî û aştî xwestin
Êzidîyên Tirbespiyê di roja Çarşema Sor de hêviya azadî û aştî xwestin
Êzidîyên Tirbespiyê di roja Çarşema Sor de hêviya azadî û aştî xwestin
18 nîsan, 2018   08:38

KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Çarşema serê Nîsanê yek ji cejnên civaka Êzidî ye bi navê "Cejna Sor "tê nasîn.

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê îsalê, Êzidiyên ji Efrînê yên li herêma Şehbayê tenê wê serdana cihên pîroz bikin.

Di vê çarçoveyê de Êzidîyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Welatiya bi navê Caziya Horan cejna Çarşema Sor li hemû Êzidîyan û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Caziya di axaftina xwe de spasiya şervanên YPJ/YPG`ê û HPG`ê yên ku Êzidîyên Şengalê ji komkujî û qirkirinê xilas kirin, kir 

Caziya di berdewamiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Kurd û bi taybet Êzidyan kir ku yekîtiya xwe ava bikin û her wiha bang li civaka navdewletî kir ku li hember komkujî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Êzidîyên Efrîn helwestên xwe nîşan bidin.

Girêdayî mijarê Hediya Şemo cejna Çarşema Sor li hemû Êzidîyan û şervanên ku li hember êrîşên dagirkeran li ber xwe didin pîroz kir û got ku bi saya şervanên azadiyê ew bi cejna xwe pîroz dikin.

Her wiha welatiyê bi navê Şewax Îsmaîl li hember kiriyarên ku li ser gelê Êzidî pêk hatiye nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ev 74 ferman li ser civaka Êzidî pêk hatiye û ya herî dawî jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk hat.

Îsmaîl di dawiyê de ji hemû dewletên desthilatdar re got ku ew tu carî ji êrîşên wan natirisin û got ku serkeftina ya wan e.

(bx)

ANHA