Jin kevneşopiyên bi hezaran salan didomînin

Jinên Kurd û Ereb ku kevneşopiyên Serdema Neololîtîk hîna jiyan dikin. Bi keda destên xwe wekî çêkirina mast, penêr, nan û hwd amade dikin û malbatên xwe xwedî dikin.

Jin kevneşopiyên bi hezaran salan didomînin
Jin kevneşopiyên bi hezaran salan didomînin
Jin kevneşopiyên bi hezaran salan didomînin
Jin kevneşopiyên bi hezaran salan didomînin
Jin kevneşopiyên bi hezaran salan didomînin
Jin kevneşopiyên bi hezaran salan didomînin
Jin kevneşopiyên bi hezaran salan didomînin
Jin kevneşopiyên bi hezaran salan didomînin
18 nîsan, 2018   07:30

MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Di dîroka mirovahiyê de heta  niha jin her tim bûye xwedî ked û hilberînê. Lê belê zihnîyeta baviksalarî û sîstema kapîtalîst di hemû cih û qadan de keda jinê winda kiriye. Lê jinên Mezepotamiya bi hemû pêkhateyên xwe tevî hemû astengiyan, heta niha ruhê serdema Neololîtîk ku jiyan derdora jinê ava dibû, hîna zindî ye.

Jinên gundên herêma Cizîrê heta niha bi berhemên ji şîr çêdikin wekî mast, penêr û hwd û firotina li sûkê, debara malbata xwe dikin û zarokên xwe bi keda xwe xwedî dikin. Li kêlek firotina berhemên şîr, jinên gundan hêk, nanê tenûrê û giyayên xwezayî li sûkê difroşin.

Jinên kantona Qamişlo her roj di saetên sibê de, şîr, mast, penêr, lebnê, hwd nanê tenûrê, hêk û giyayên xwezayî yên ku ji gundan tînin, li sûkê difroşin. Balkêş e  sûkeke bi taybet bi firotina berhemên naborî ji bo jinan heye. Sûka li kolana Wehdê ya Qamişlo ye, li gorî agahiyan ev zêdetirî 20 sal in jin li wê kolanê berhemên ku bi destê xwe çêdikin li wir difroşin.

Gelê Qamişlo berê xwe didin kolana Wehdê û tiştên xwezayî dikirin. Tevî ku berhemên bi destê dayîka bi temenekî bûha tê firotin, lê gel ji ber paqijbûna berhemên ku bi destê dayîkan tê çêkirin, ji wan dikire. 

Jineke kurd ya bi navê Şerîfe Hiso(61) a ji gundê Zinda ya girêdayî bajarê Qamişlo ku ev 20 salin karê mastfiroşiyê dike derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ew bi karê mastfiroşî debara xwe ya jiyanê dike û got, ʺEm li gundê xwe berhemên şîr amede dikin. Saetên sibehê berê xwe didin bajarê Qamişlo û tiştên ku me çêkirî em li vir difroşin.ʺ

Şerîfe diyar kir ku karê mastfiroşiyê karekî kevnar e û ji bo pêdiviyên jiyanî karkirina jinê ne şerm e, lê bêkarî şerm e.

Jina ji pêkhateya Ereb a bi navê Cemîle Hiso (65) a ji gundê Rezaza yê giredayî bajarê Qamişlo dijî, ev  25 salin karê firotina mast, şîr, nan û giyayê xwezayî dike destnîşan kir ku ked  û çêja (tem) destan pir cûda ye. Em ji dayîka xwe fêrî çêkirina mast û penêr bûn. Îro li hemû cîhanê mast li kargehan tê çêkirin û firotin. Lê çêja wan mastan ne wekî mastên ku bi destan têne çêkirin.ʺ

Cemîle diyar kir ku ew bi karê xwê yê çêkirina mast û penêr kêfxweş in. Ji ber ew debara xwe ya jiyanê bi wî karî dikin û wiha pê de çû,ʺHeta ez li ser piyan bim, ez ê karê xwe berdewam bikim.ʺ

(kc)

ANHA