Kurdistaniyan li dijî saziyên faşîst yên AKP’ê kampanyaya îmzeyan destpê kirin

Kurdistaniyên li derveyî welat ji bo girtina saziyên ku li Elmanyayê şer sor dikin û bangeşeya rejîma faşîst a AKP'ê dikin kampanya îmzeyan dan destpêkirin.

Kurdistaniyan li dijî saziyên faşîst yên AKP’ê kampanyaya îmzeyan destpê kirin
17 nîsan, 2018   07:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê kirin, saziyên ser hikûmeta faşîst a AKP'ê yên li Elmanyayê bangeşeya sorkirina şer û nîjadperestiyê zêde kirin. Herî dawî li mizgefteke DÎTÎB'ê ya li bajarê Herford ê Elmanyayê kincê leşkerî li zarokan kirin û li ber sirûdên nîjadperestî zarok hatin nîşandan.

Elmanya yek ji wan welatan e ku berdêla faşîzmê gelekî giran daye. Lewma ji bo tiştekî wiha careke din rû nede, ji bo mizgeft û komeleyên ku bûne amûrên propaganda şer ên dewleta Tirk bêne girtin kampanya îmzeyan dest pê kir. Li ser kampanyayê li Berlînê komîteyek ava bû.

Kampanya bi civîneke çapemeniyê ya li Mala Konferansa Çapemeniyê y Federal (Bundespressehaus) hate nasandin. Ji Komeleya Antî-Semîtîsmûs a li derveyî Hikumetê Klaus Faber, Hevserokê NAV-DEM'ê yê Berlînê Yeko Ardil, Serokê Civaka Kurd a ji bo Neteweyên Yekbûyî (UNA-KURD) Giyasettîn Sayan, ji Mizgefta Mezopotamyayê Mele Davût û ji Komîteya Kampanya Îmzeyan a li dijî Nîjadperestî û Sorkirina Şer Îsmaîl Parmaksiz tevlî civînê bûn.

Di civîna çapemeniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk li dijî her kesên ne ji xwe, bi taybetî li dijî Kurdan şer ragihandiye û hate destnîşankirin, divê destûr neyê dayin ku ev mejiyê tekperest li Elmanyayê jî der bibe.

Di civîna çapemeniyê de metna kampanya îmzeyan hate xwendin û hate gotin, dewleta Tirk bi taybetî ol ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û bi vî rengî bawermendan dike amûrek ji bo armancên xwe yên gemarî, dagirker û talankeriyê.

Hate bibîrxistin ku li gelek dibistanên li Berlînê propaganda AKP'ê ji xwendekarên Tirk re tê kirin û xwendekarên Tirk jî ji ber vê yekê heqaretê xwendekarên Kurd dike. Çalakgeran destnîşan kirin ku gef li xweşbîniya li nava mirovên li Elmanyayê tê xwarin û xwestin, hemû saziyên dewleta Tirk ên li Elmanyayê ku şer, şîdet û dijminatiyê tewşîq dikin werin girtin.

Di dewama daxuyaniyê de bi sernavê "Ji bo parastina aramiya navxweyî û aştiya li Elmanyayê" ev daxwaz hatin kirin:

- Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎBÎT) ku bûye hêlîna mejiyê dijminatiyê û sorkirina şer, mizgeft û komeleyên nîjadperest ên bûne navenda DAIŞ'ê divê werin girtin. Ti eleqeya van mizgeftan bi Îslamê re nîne.

- Saziyên weke Ocxên Tirk-Alperen-Osmanî ku nîjadperestî û cihêkariya baweriyan dikin û gelan li hemberî hev dikin dijmin, pêwîste werin qedexekirin.

- Divê dewleta Tirk nikaribe dest li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Elmanyayê dijîn werde.

- Hemû karên hêlînên zîhniyeta nîjadperest a dewleta Tirk li Elmanyayê bêne qedexekirin. Divê dîn ji bo siyasetê neyê bikaranîn. Girîng e mizgeft û cihên hemû baweriyan bibin cihê xweşbîniyê.

- Li dibinstanan divê ders bi zimanê dayikê werin dayin. Lê di van dersan de pêwîste nîjadperestî neyê kirin. Divê dawî li wezîfeya mamoste-meleyên ser bi dewleta Tirk ve ne bê anîn.

Kesên dixwazin destekê bidin kampanya îmzeyan dikarin serî li vê navnîşana e-mailê bidin:

[email protected]