Cotkaran dest bi çandina tovê pembû kirin

Cotkarên kantona Girê Spî dest bi çandina tovê pembû kirin.

Cotkaran dest bi çandina tovê pembû kirin
Cotkaran dest bi çandina tovê pembû kirin
Cotkaran dest bi çandina tovê pembû kirin
Cotkaran dest bi çandina tovê pembû kirin
Cotkaran dest bi çandina tovê pembû kirin
15 nîsan, 2018   10:11

EHMED KEMYAN-HÊVÎDAR HERANÎ / GIRÊ SPÎ

Pembû çandin ji bo şêniyên kantona Girê Spî yek ji çavkaniyên aborî ye û demsala çandina pembû li herêmê destpê kir.

Cotkar her sal nîvê meha nîsanê destbi çandina tovên pembû dikin. Pembû di wextê ku qeşa nebe û asta germahiya hewayê baş be tê çandin. Piştî ku tov tê çandin û avdan di navbera 10-15 rojan de tov şîn dibe.

Piştî wê pembû tê dermankirin û pembû 5 mehan de digihîje aste êdî were komkirin.

Li herêmê pembû yek ji çavkaniyên aborî ne û bi hezaran malbat xwe li ser çandina pembû xwedî dikin. Her donimeke pembû bi 25 hezar LS. tê çandin.

Rolekî jin ê mezin di çandina pembû de heye. Jin ji destpêke heyanî komkirina pembû dixebitê. Ji %90 jin bi çandina pembû re mijûl dibe û mêr jî avdaniyê dike û pembû derman dike.

Welatiya bi navê Ruham El-Ehmed anî ziman ku ew rojê 6 saetan dixebitin, ew rojê hezar LS. digrin û ji saetên sibehê destbi komkirina pembû dikin.

Cotkarê bi navê Hisên El-Mihemed jî anî ziman ku av kême û ew di avdaniyê de gelekî zehmetî dikşînin û got:“ pempeyên avê ku me berê pembûyê xwe pê av dida niha sekinîne, em neçar mane ku bi cenatoran avê ji çem bikşînin û ev gelekî peran dixwe.

Her wiha El-Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser çemê El-Belîx gelek proje danîne û zêdetirî xwe berê ava çemê El-Belîx dide nava ardên xwe. Her wiha ava çemê El-Belîx ku tê aliyê wan gelekî kême.

(np)

ANHA