Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriyê serî hildan

Di bin dirûşmeya ʺLi dijî dagirkeriya Tirk serî hildeʺ ciwanên Bakurê Sûriyê Ii bajarê Minbicê meşek li dar xistin. 

Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriyê serî hildan
14 nîsan, 2018   15:44

MINBIC

Bi dehan ciwanên bajarê Minbicê, ciwanên herêmên Cizîrê û Firatê, bajarên Reqayê û Dêrazorê beşdarî meşa ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Bakurê Sûriyê bûn. Meş ji çerxerêya Cezîre ya bajarê Minbicê dest pê kir û ber bi qada giştî ve herikî.

Meşvanan pankartên ʺDest bi dest em yekîtiya xwe li dijî gefên Tirkiyeyê ava bikinʺ, ʺMinbic dagirkeriya Tirk qebûl nakeʺ, ʺNa ji dagirkeriya Osmanî reʺ, ʺCiwanên Reqayê fedayên Efrînê neʺ û ʺErdogan qatilê zarokên Efrînê yeʺ vekirin.  

Her wiha meşvanan alên Yekîtiya Jina Ciwan, Tevgera Xwendekarên Demokratîk û wêneyên şehîdan hildan û dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînê û Minbicêʺ berz kirin. 

Li qada giştî, deqeyek rêz hat girtin. Piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê Farûq El-Maşî axivî, serhildana ciwanên Bakurê Sûriyê ya li dijî dagirkeriyê silav kir û got ku gelên Bakurê Sûriyê dê li dijî dagirkirina axa Bakurê Sûriyê bi yek destî têbikoşin.

Bi navê ciwanên Bakurê Sûriyê jî Harûn Ebûye axivî û diyar kir ku ciwanên Bakurê Sûriyê destûr nadin ku dagirkeriya Tirk herêmê dagir bike û kiryarên hevoane li dijî gelan pêk bîne. Her wiha da zanîn ku ew ê bi hemû rêbazan asta têkoşînê bilind bikin û axa Bakurê Sûriyê rizgar bikin. 

Piştre bi navê Yekîtiya Jina Ciwan a Bakurê Sûriyê Albîn Ehmed êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kir û berxwedana gelê Efrînê silav kir. 

Meş bi dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ û protestokirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû. 

(mm)

ANHA