Rûsya: Êrîşa li dijî Sûriyê derqanûnî ye

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku êrîşa Amerîka, Britanya û Fransayê ya li dijî Sûriyê derqanûnî ye û nayê qebûlkirin.

Rûsya: Êrîşa li dijî Sûriyê derqanûnî ye
14 nîsan, 2018   15:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna Konseya Polîtikayên Parastinê de li ser êrîşên Amerîka, Britanya û Fransayê yên li dij Sûriyê hat kirin axivî.

Lavrov ragihand ku êrîşa Amerîka, Britanya û Fransayê ya li dijê Sûriyê derqanûnî ye û nayê qebûlkirin û got ku ji dereyî dîmenên li ser medyaya civakî ti agahî di destê dewletên rojavayî de nîne.

Sergey Lavrov got ku  Rûsya û Fransa ji bo ku pisporên Fransayê biçin Dûmayê û li bûyerê lêkolîn bikin lihev kiribûn, lê ji aliyê Fransayê kesekî car din li wan venegeriya ye.