Komînan alîkarî li şêniyên Efrîne belav kirin

Meclîsa herêmî ya kantona Şehba bi riya komînên gundê Til Qereh alîkarî li şêniyên Efrîne yên li gundê Til Qereh bi cih bûne, belav kirin.

Komînan alîkarî li şêniyên Efrîne belav kirin
Komînan alîkarî li şêniyên Efrîne belav kirin
Komînan alîkarî li şêniyên Efrîne belav kirin
14 nîsan, 2018   11:21

ŞEHBA

Bi dehan şêniyên kantona Efrîne di encama dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de neçar man ku ji herêmên xwe derkevin û li Şhebayê bi cih bibin. Şêniyên herêma Cizîrê û Firatê şêniyên Efrîne bi tenê nehiştin û alîkarî rêkirin.

Meclîsa kantona Şehba bi riya komînên Til Qerehê alîkariya ji herêma Cizîrî û Firatê hatî li şêniyên Efrîne yên li gundê Til Qerehê dimînin, belav kirin.

Hevserokê komîna Şehîd Cûdî Idrîs Mûsa anî ziman ku wan 1200 pakêtên xwarine bi riya 8 komînên gundê Til Qerehê belav kirine.

Mûsa di dawiya gotinên xwe de anî ziman ku heyanî niha tenê şêniyên Bakurê Sûriyeyê bi şêniyên Efrîne re bûne alîkar û tu rêxistinên alîkariyê yên navdewletî nebûne alîkar.

(np)

ANHA