Piştî 5 salan ceyran vegeriya gundên Ên Îsa

Piştî qutkirina 5 salan a ceyranê careke din toreya ceyranê hate sererastkirin û ceyran vegeriya navçeya Ên Îsa û gundên wê.

Piştî 5 salan ceyran vegeriya gundên Ên Îsa
9 nîsan, 2018   13:58

EHMED EL-KEMIYAN / GIRÊ SPÎ

Piştî ku toreyên ceyranê ya li gundên Xirbet Hedla û El-Dirûbiya û gundên derdor ji aliyê Komîteya Jinûve avakirina Reqayê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê hatin tamîrkirin, careke din ji nû ve jenetorên ceyranê û stasiyona El-Heşim ketin xizmeta welatiyan.  Bi vê yekê êdî herêmm hate ronîkirin.

Gundewarên başûrê navçeya Ên Îsa ceyaran xwe ji stasiyona Bîr El-Heşim a ku li gundewarên rojavayî Reqayê digire. Her wiha stasiyona ceyarên were sererastkirin wê navçeya Eyn Îsa û gundên dîtir di nava çend rojand de ronî bibin.

Di vê çarçoveyê de Mûdîrê ceyarana Eyn Îsa Hisên El-Xemîs destnîşan kir ku ekîbên sererastkirinê toreya 66`an a ku ceyaranê ji stasiyona El-Firosiya ya bajarê Reqayê ber bi stasiyona Eyn Îsa ve dişîne wê were sererastkirin.

Şêniyên gundewarên başûrê Eyn Îsa kêfxweşiya xwe bi vegera ceyranê piştî ku ev 5 salin jê mehrûm bûn nîşan dan û dest bi sererastkirina xetên ceyarnê ji bo malên xwe kirin.

Ceyrana Ên Îsa niha ji stasyona bajaroka Sirînê ya ceyrana wê ji Bendava Tişrînê tê, ew jî bi awayekî demkî bi wir ve hate girêdan.

(bx/dc)

ANHA