Şehîd Ehmed Şêx hate oxirkirin

Bi dehan şêniyên herêma El-Kerame ya girêdayî Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed  Şêx ku di encama qezayekê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Sîfedar  a herêma El-Kerame oxir kirin.

Şehîd Ehmed Şêx hate oxirkirin
Şehîd Ehmed Şêx hate oxirkirin
Şehîd Ehmed Şêx hate oxirkirin
Şehîd Ehmed Şêx hate oxirkirin
Şehîd Ehmed Şêx hate oxirkirin
9 nîsan, 2018   12:45

REQA

li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate destpêkirin.

Piştî torana leşkerî, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma El-Kerame axaftin hate kirin.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd Ehmed re hate xwestin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Ehmed li goristanê hate definkirin.

(kc)

ANHA